• Friday, 03 May 2024
logo

Konfirensa Civata Aişiya Turkiyê derbarî aştî û birayetiya pêşerojê

Konfirensa Civata Aişiya Turkiyê derbarî aştî û birayetiya pêşerojê
Li 27-2-2011 ji bal civata aştiya Turkiya ve konfiransek ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd hat li darxist, ev konfiranse li jêr navê (derbarî aştî û birayetî û paşeroja Turkiya gengeşedikin) hate dest pêkirin, hêjayê gotinêye ev konfiranse tê hejmartin weke mezintirîn û berfirehtirîn konfirans ku serokên tevaya saziyên Kurdî û navçên rojhilatê Turkiyê têde amade bibûn û herweha serokên saziyên Turkan ji seranser deverên Turkiya û navçên derya Reş beşdarî di vê konfirensê de kir, zêdebarî serokên saziyên Siryanî û Ermeniyan jî beşdar bûn. Ev jî bo eger ku ev weke yekem konfirans bê hejmartin ku tê de Kurd û Turk bi hevra rûnin û gengeşê ji bo vedîtina rêyeka baş bo çareserkirina pirsgirêka Kurdan bi taybet di vê dema hestiyar de ku Turkiya ber bi pirosêsa helbijartinan û darêtina destûrek nû gavan davêje. Her ji ber vê yekê civata aştiya Turkiya bi fer zanî ku pêdiviye bi hev re bizavê bikin ji bo vedîtina çareseriyekê bo vê pirsgirêkê, ji ber ku tenê ev pirsgirêk bi Kurdan nayê çareserkirin belku gereke nêrînên tex û çînên cuda û giropên îtnî yên cuda bên wergiritn daku çareserî û danana destûrekê nû yê tevgir û hemû alî bigehin mafê xwe.

Her di dirêjiya konfiransê de ji aliyê beşdarbûyan ve tekez li ser qebûl kirina hizir û bîrên cuda hatkirin ku ev gave destpêka bi hev re jiyana giropên îtnî yên cudane.

Herweha bizav bê kirin ji bo vedîtina xalên hevbeş ku dê bibe hevkar ji bo hevgirtin û parastina yekrêziya civakê, ji ber vê gereke sîstemekê tevgir yê perwerdeyî hebe ku tevaya aliyên ciyawaz li hev kom bike, paşî bi yekrêziya civakê dikarin givaştinan bêxin ser hikûmtê û desteya rêvebirinê ji bo dirustkirina destorekê tevgir û nû ku têde mafê her giropekê îtnî were parastin û hemû aliyan mafê axiftin û karkirin û xwendina bi zimanê dayikê û tebayî .....tad hebe.

Di konfiransê de herweha amaje hat kirin ku gelek rêyên din ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê hatine bikaranîn ji wana înkarkirina hebûna Kurdan li Turkiyayê, bi karanîna hêza serbazî, sepandina xwêndin bi ziman Turkî, herwesa bizavên yek alî ji bal Kurdan bi tenê ve ji bo vê pirsgirêkê û bi destxistina mafê xwe sernegirtinê, lê êdî Turkiya bi Kurd û Turk û Ermen û Elewî û Sunne ve gehiştin wê bê zariyê ku êdî naxwazin şer û xûn rêtin hebe, lewre gereke ji bo çareserkirina pirsgirêkan hemû bi hev re û bi tebayî nêrnên cuda yên giropên ciyawazên îtnî qebûl bikin.

Herwesa bas li wê hat kirin ku pêtir ji nîva civaka Turkiya bi tevaya giropên îtnî kar li ser pêşbîniyên xwe dikin û guh li beramber nagirin û êkser bi (konsêrvetîv, Elmanî, Kemalîst, Kurd, Turk, Çerkez...td) li qelem didin giringiyê bi gotin û nêrînên wan nadin. Vê yekê bandûrek pir nêgetîv li ser civakê heye û bû ye eger ku çi giropên îtnî giringiyê bi yên din nekin û tenê xwe bi heq û rast bizanin. Herweha gereke wê jî bizanin ku pirsgirêka Kurdî yeke ji giringtirîn û mezintirîn pirsgirêkên Turkiyayê, ev ne pirsgirêkek nû ye û ne tenê ya Kurdane, belku bandûra xwe li ser tevaya tex û çînên netewên Turkiyayê heye û bû ye rêgir li ber pêşdeçûn û guhartinan. Taku ev pirse yek alî nebe tu çaksazî û guhartin nayên holê. Lewre ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê li destpêkê gereke em bizanin pirsgirêka serekiya Kurdan çiye? Daku bikarin çareseriyek lojîkî û goncayî bibînin. Gelo pirsa Kurdên Turkiya pirsa alaye? Gelo Kurd daxwaza cudabûnê ji dewleta Turkiyê dikin? Nexêr çi ji van nîne, ji berku pirsgirêka Kurdî daxwazkirina mafên bingehîne mina tebayî di navbera welatiyan de, xwêndin bi zimanê dayikê, tebaya derfeta karkirinê...HWD, lê em wisa tê digehin ku Kurd daxwaza cudabûnê û alayê cuda dikin (herçende daxwazkirina alay jî tiştek normale, ji berku bo nimûne yana fener baxçe xwedî alayê xwe yê taybete, lê her alayê Turkiya li cem wan jî piroze) lewre mîna giropekê dabeşker li qelem nedin û çareseryek guncayî jêre bibînin.

Bo nimûne hejmarek zor kêm ji me dizanin ku 1800000 Kurd li Îstembûlê dijîn û hejmara giştî ya Kurdên Turkiya 14 melyone û 1750000 kurdan peywendiyên xizmayetî yên pila yekê û xal û xarzatiyê li gel Turkan hene. Dema em temaşey van hejmaran dikin ji me re xuya dibe ku qet Kurd ji Turkiya cuda nabin, ji ber ku Kurd ne tenê li rojhilatê dijîn, belku li seranserî Turkiya dijîn, hêjay gotinê ye sereray ciyawaziyan tekez li xalên hevbeş di navbera Kurd û Turkan de hat kirin, gelek xal hene Kurd û Turkan handidin bi hev re bijîn ji wana ayinê Îslamê yê pîroz, ayinê Îslamê di ser hemû pirsan re kariye Kurd û Turkan di hemû demê di yek mizgeft de kombike, ta niha ji ber şerê îtnî û hin nêrînên cuda Kurd û Turk di hin alyan de ji hev cuda bûne lê ta niha di yek mizgeft de rûdinin.

Pir caran xalên ayinî bûne egerê ji hev nêzîk bûnê û dirustkirina diyalokê di nava herdu aliyan de. Di dawiyê de hemû aliyên beşdarbûnî rêkeftin ku pêwîste keltorê bi hev re jiyanê û aştiyê di navbera netewên Kurd û Turk û netewên din jî de bê dirust kirin. Herweha hebûna destûreka sivîl bo peydakirina tebayî û wekheviya welatiyan û pirsên zimanî. Herweha gerke hemû alî beşdariyê di hukimdariyê û saziyên rêvebirinê de bikin. Pêdiviye hizir li hevnasînê bikin nek ji hev dûr bikevin, belavkirina kiltorê dilsozî û viyanê di nava tevaya gelên Turkiya de û hev qebûlkirinê guhdarîkirina nêrînên ji hev cude û vedîtina zimanekê şêrîn ji bo gengeşekirinê li ser pirsgirêkan, herwesa xuyakirina aliyên baş û temaşekirina derdûrên xwe bi anyetek saf û baş. Ji bo çareserkirina pirsgirêkên xwe em pişta xwe bi xwe gerimkin û çaverêy çi welatên zirhêz nebin daku pirsgirêkên me çareserbikin.

Her di nava hola konfiransî de me weke govara Gulan hin pirs danan ber destê berêz Hakan Tahmaz serokê civata aştî ya Turkiya, li destpêke derbarî bestina vê konfiransê ji aliyê wan ve berêz got "me weke civata aşitî ya Turkiya berî çend meha dest bi xwe amadekirinê kir daku em konfiransekê derbarî dahatuyê Turkiya û belavkirina aştî û birayetiyê li Turkiya gengeşe bikin, ji bo vê meremê me bi başî dît em bi saziyên deverê re nêrînên ji hev cuda yên giropên cuda gengeşebikin û ji bo vedîtina çareserî û rêyeka hevbeş em hemû bi hev re kar bikin, bi taybet ku li vê dawiyê Turkiya di şerek navxweyî yê pir xûnelo re derbazbûye û niha bi sedema agirbestê hinekî birînên me saxbûne, ji ber ku ev şer û koştare bandora xwe li ser tevaya xêzan û welatiyên Turkiya hebû. Herweha nizîkbûna helbijartinan û darêtina destûrek nû û tevgir ku bikaribe çareseriya pirsgirêkan bike yek bû ji armancên vê konfirensê. Aliyekê din jî ewe ku em bi nêrînên xwe bibin karker ji bo ku siyayetvanên me bikaribin çareseriya pirsgirêkên me bikin. Bi taybetî li vê dawiyê ku guhartinên hestiyar yên tevgir hember pirsa Kurdî li seranserî Turkiya rûdidin ku ji bo me bûne palderek bi hêz daku em gavên xwe bi hêztir pavêjin".

Paşî derbarî egerê vedîtina xalên hevbeş di navbera tev saziyên di nava civaka Turkiyê de bi tevaya girop û texên Turkiyê de berêz Hakan Tahmaz ji me re got: "paş gotinên serok sazî gehştin komeka xalên hevbeş ku me di dawiya konfiransê de amaje pêkir. rastî ev baştirîn rêye ku guh li nerînên hev tê girtin û bizav ji bo vedîtina çareseriyê tê kirin ev gava yekeme ji bo bi hev re jiyanê". Derbarî hikûmeta herêma Kurdistanê bi awayekê ku dikare hevkarbe ji bo çareserkirina pirsgirêka di navbera Kurd û Turkan de got: " bi awayekê pir zelal û aşkera û bi kurtî, hikûmeta herêmê gereke pir giringiyê bi AKP ê nede, ez ne dijî xweşkirin û pêşxistina peywendiyên herêmê tevî hikûmeta AKP ê me . lê hikûmeta AKP ê ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurdî gelek pişta xwe bi herêmê gerim dike, ku ev bûye eger AKP ê çi gavan ne avêje. Min berê seredana wê deverê kiriye, dizanim ku wan pirsgirêkên taybet bi xwe ve hene, lê mikanizma pirsa Kurdî li vir û wir pir ji hev cudaye".

Derbarî pirsa zimanê dayikê berêz Cîhan Ertek sikirtêrê giştî yê civata aştî ya Turkiya bi vê awayî ji bo Gulan got: "zimanê dayîkê ji bilî rewşa siyasî her kes bi ciwantirîn û dirustirîn awa dikare hesta xwe pê derbibire û pêdiviya xwe pê pir bike, eger em bi vî çavî temaşeyî pirsê bikin em dikarin bigehin dirust tirîn û bi mifatirîn encam.

Di vir de erkekê mezin dikeve ser milên berpirsên partên siyasî û girop û sziyên taybet bi vê pirsê ve. Zimanê dayîkê dewlemendiyeke ji bo Turkiya ku dewleteke bizava demokratîbûnê dike û têde tevaya welatiyan wekhevin, her kesek xwedî zimanekê dayîkê ye eve tiştek xwezayiye û ne bi destê mirov e, ev zimanê dayîkê di nava kesanên yek milet de bikar tê, divê wê jî bizanin ku rêdana bikar anîn û xwêndina bi zimanê Kurdî, Erebî, Çerkezî ... HWD, nabe sedema parçebûna Turkiyê, belku dibe sedema parastina yekparçeya welatê Turkiya. Pirsa Kurdî bi xwe pirsa nasnamê ye û nasname jî bi pila yekê ziman e lewre ji bo çareserkirina vê pirsê gereke giringiyê bi zimanî bidin û rêyê bi xwêndin û fêrbûna ziman bidin ji bo vê yekê divê van gavan peyrew bikin:

1-Li destpêkê li wan deverên ku piraniya wan Kurd in gereke li qûnaxa seretayê dersa zimanê Kurdî bê ferizkirin û li deverên din jî dersa zimanê Kurdî bibe derseka helbijartî, paşî ji bo qûnaxên navendî û amadeyî dersa zimanê Kurdî milbimilî dersa zimanê Turkî hebe û hind xwêndingeh tenê ji bo gotina wanên bi Kurdê wer in vekirin.

2-Li navçeya rojhilat û başûrê rojhilat zanîngehek yan hin zanîngeh werin vekirin û têde wane bi Kurdî werin gotin.

3- Li navçeya rojhilat û başûrê rojhilat gereke karmendên dewletê du zimanan bizanin û bi herdû zimanan baxifin û gereke belge û kaxezên fermî bi herdu zimanan bên nivîsîn.

4-Rêdana axivtina bi zimanê Kurdî li dozgehan.

5-Di biyavê medya û fêrbûna, muzîkê û pertûka...HWD zimanê Kurdî were bikaranîn.

6-Li navçeya rojhilat û başûrê rojhilat tabloyên ser cadeyan û navên kolanan bi herdu zimanên Kurdî û Turkî werin nivîsan û navên dîrûkî yên gundan dîsan werin vegerandin, û tevaya van çaksaziyan jî destûr bi xwe ve bigire".

Paşî herdû berêzan Cîhan Ertek û Hakan Tehmaz sipasiya govara Gulan kirin ji bo amade bûna wê di vê konfiransê de û hîviya sereftinê xwastin.

Veguhastin ji K.Jêrî: Bijar Şêxmemî
Top