Berhemê hizirkirina popolîstên totalîtar dijatîkirina ferehizbî û civaka demokrat e
1- Popolîst mifayê ji wê aliyê demokratiyê û civaka vekirî werdigirin, ew ê dibêje çi tişt li ser rexnê tunene.
2- lê popolîst wî alî retdiken ku hemû tişt di civaka vekirî û demokratî de bê kêmasî nînin, û gereke bizavkirin ji bo çareserkirina kêmasiyan bi riya sazîyan berdewam werin kirin.
Hevdijî û sertêkçûna popolîstan di vê xalê de dibe çavkanî, ku ew qada azadiyê û rexnegirtinê ji bo têkdana saziyên civaka demûkrat û bê qazanckirina saziyên siyasî û abûrî bêxinkar, û dixwazin bi rêya guhartina vê qada azad ji bo dijwarî û têkdana ewlehiya civakî bigehin kursiya deshelatê, lewre hizirmend û pisporên siyasî hertim basê bihêzkiria sazî û dezgehên civaka demokrat dikin, daku diyarda popolîzim ya kirêt serhilnede, û hemû hêzên siyasî yên di civaka demokratî de kar dikin, gereke rêyên zanistî û jîr ji bo çareserkirina pirsgirêkên civaka vekirî bikin armanca xwe, ji ber ku tenê çarçovê saziyan dibe sedem ku guhartinên bê tundûtîjî werin encamdan, lê ew hêz û alî ku ji bo çareseriya pirsgirêkên civakê riyên tundûtîjî bikartînin, ewane ew popolîstin yên ku baweriya wan bi guhartinên yotobiyane û caduyî yên civakê henî, û hemû hizirmendan jî ew rastiye xuyakirye ku demokratî nabe çareseriyeka cadeyî, weha qet ew civaka yotobî ya hizrên tevgir xewnê pêvedibînin tevî civaka demokratî û vekirî hevseng û hev rê nabe, lewre li şûna ku bibin egerek bo pêşdeçûna civaka vekirî dibin dijmin ên civaka vekirî ya demokrat.
Popolîstar yan çepê popolîst, pir caran di nava pirosêsa demokratî ya qûnaxa demkî de serhildidin, ji ber ku di vê qûnaxê de hemû tişt di destpêka xwe de ne yan di nîva rê de ne, weha biyavê tuxmê ciwankirina pirosêsa demokratiyê ji aliyê popolîstan ve ji bo nehêlana civaka demokrat bikar tê û li ser binemayê wê mîtyuda Karil Poper nav lê kirî (endazê civaka yotobî) bizav dikin dijatiya civaka demokratî bikin û bi awayekê radîkalî hizirên totalîtar belav dikin daku tundûtîjiyê li dijî part û aliyên siyasî bînin holê û bizava ji navbirina saziyên şer'î tê kirin, pir ji caran peyva ji navbirin weke pirs datînin ber singê hêzên popolîstên opozisyonê, tê hest kirin ku ew popolîstên opozisyonê bi peyva jinavbirin dudil û nerihet dibin û dibêjin me ne gotiye em ê ji navbin, belku me gotiye bila ev sîsteme were guhartin, lê pirs li vir ew e guhartina sîstemekê demokratî bo sîstemekê popolîstî, gelo ma ne ji navbirina sîstemê demokratiyê ye?! derbarî giringiya saziyên civaka demkrat û çewaniya çareserkirina pirsgirêkan D. Xalid Heyder şareza di biyavê abûrî û mamustayê zanîngeha Sulêmaniyê di daxuyaniyek taybet de ji Gulan re got: " saziyên yasadanan û cêbicêkar rolekê bi bandûr û pir giring di pêşdeçûna abûr û civaka siyasî de dibînin, çi çalakî û çaksazî bê hebûna saziyan sernakeve. tevaya çalakiyên îdarî û abûrî û pêşesazî û biyavên din jî bi taybet di dorhêla herêma Kurdistanê de bê hebûna van saziyan çalaknabin, ku niha di qûnaxa damezrandin û li detspêka rêya ber bi abûrê bazar û pejirandina demokratiyê de ye. ev çaksazî û çareserkirina kêmasiyan bi rêya kesên ekadimî û pirofîşnal dê bicî were ne bi rêya hevrikiya parta û siloganên wan. nabe çaksazî û guhartinên me tenê ji bo razîkirin û micamela siyasî be, her wek çawa li Bexda saziyek nû ji bo Eyad Elawî damezrandine, ev gave jî dûre ji armancên serekî yên damezrandina saziyan, belku tenê mezaxtina pere û bi herweçûna şiyanên mirovan e, ew rewş berûvajî saziyên perlemana herêma Kurdistanê ne, ku saziyek şer'î û yasayî ye û bi helbijartinan hatiye helbijartin. derbarî hikûmetê jî ku hikûmeta milet e û hemû kesên vê civakê bi merema bilindkirina astê şiyanên saziyan maf heye daxwaza çaksaziyan bikin, bo nimûne di piraniya rêveberiyan de rêja bêkariya jêrperde nêzîkî 60% ye, helbet ev pêdivî bi dubare darêtina peykerê îdarî heye, ev guhartine jî normale û gereke hertim hebe.
Veguhastin ji K.Jêrî: Bijar Şêxmemî