• Thursday, 02 May 2024
logo

Em ji hev cudane, lê em ne dijî hevin
Opozisyona niştîmanî çaverêyî dijayetî kirina saziyên rewa nake

Em ji hev cudane, lê em ne dijî hevin<br />Opozisyona niştîmanî çaverêyî dijayetî kirina saziyên rewa nake
Ew rewşa siyasiya paş beyannama tevgera Goran hatiye qadê, ne amajeye ji bo bihêziya wê beyannamê yan heyecana desthelatê wek tevgera Guran şanaziyê pêdike, yan jî dixwazin naveroka şaş ya wê beyannamê veşêrin, belku amajeye ji bo bikaranîna hinek peyv û destewajên siyasî ku tevgera Guran bêberpirsyarî di beyannama xwe de bikaranîn û xelkê Kurdistanê bi giştî alîgirên opozisyonî u desthelatê rewşenbîr û xelkê sade vê beyannamê bi metirsî li ser dahatuyê pirosêsa demokrasî dizanin, hest kirin bi vê metirsiyê nîşana pêşveçûna hizra siyasî û têgehiştina demokratiyêye, derbirîna nerazîbûnek berfireh û baykutkirina şêwazê darêtina wê beyannamê, wate astê hizra siyasî û têgeha siyasî û demokratî li Kurdistanê temam bûye, ku hemû aliyan ew beyanname baykutkirin, herwesa wê beyannamê hizra siyasî ya serkirdên tevgera Goran xuyakir û xelkê Kurdistanê jî ew hizre qebûl nekir, lê pirs li vir ew e gelo xelkê Kurdistanê û aliyên siyasî bi (PDK û YNK)ve tevaya xalên nava beyannama Goran baykutdikin û nerazîne gengeşê li ser bikin, yan hinek bendên baş têde hene û dikarin ji xalên din cuda bikin û gengeşê li serbikin, helbet me dît di rojên borî de xelkê Kurdistanê tevaya wê beyannamê qebul nekirin, ev jî ji ber yek sedema eşkera, ku ew jî ew çarçûveye yê beyannama tevgera Goran bû beyannama xwe diyarkirî , eger em nebêjin ev bizavek bû ji bo serkutkirina demokrasiyê, em dikarin bêjin ew beyanname bizavek bû ji bo xwe cudakirinê ji demokrasiyê û derketin bû ji çarçûvên yasa û destûrê sîstema vî welatî li serhatiye avakirin ku xelkê Kurdistanê bi berhemê xwîna şehîdan didanin, gelo çima nêrîna giştî weha xuya bû ku tevî xastekên tevgera Goran yek nagirin? ji bo bersiva vê pirsê gereke em vegerin pênasekirina hin çemikan ku di nava civakek demokratîk bi ramanekê bi kar tê û di hinek gotarên siyasî de bi ramanek din bikar tên wek:

- Dema basê demokrasiyê tê kirin, xelkê Kurdistanê demokrasiyê bi ramana lîbral demokratîk bikartînin, îca çi opozisyon be yan jî deshelat be, eger ramana demokrasiyê cuda ji ramana lîbral demokrasiyê bi karbînin, weha wê nêrîna giştî tev wan yeknagire û dijî wan radiweste.

- Demokrasiya lîbralî, wate demokrasiya nûnerayetî, demokrasiya nûnerayetî wate part nûneratiya xelkê di perlementoyê de dikin, lewre partên siyasî wek nûnerek pêdivî tê temaşe kirin û her aliyek bizavê ji bo nemana parta siyasî bike, îca her çi merem pê hebe, derencam kar ji bo nemana demokrasiya nûneratî dike, bizavê dike bi rêya dengdanê demokrasiyek popolîstî ava bike, ew jî wate bihêzxistina deshelata take kesî û lawazkirina saziyên yasa û destûran. Ev ne çareserkirin e ji bo kem û kasiyên nava partên siyasî di pirosêsa demokrasiya nûneratî de, ji ber ku li tevaya welatên demokrat (demokrasiya rojava û demokrasiya post komonîst û dewletên taze pêgehiştî) partên siyasî kêmasî di pirosêsa nûneratî kirinê de hene û nekariye wek pêdivî di bilind kirina dengê xelkê di perlemanê de serketîbin, lewre di civaka demokrasî de partên siyasî çawa beşekin ji pirsgirêka civaka demokratî, di heman dem de bê hebûna wan demokrasiyan nûneratî dirust nabe, ji ber vê di civaka demokrat de ji bo wê parta siyasî ya di gera xwe ya perlemanê de serketî nebe sizayek heye, ew siza jî sindoqa dengdanê derdixe, lewre li civakên demokrasî tekez li pakijî û dadperweriya pirosêsa dengdanê tê kirin, daku bi awayekê dadperwerane ew partên xemsar di perlemanê de bên sizadan, lê pirsek din li vir heye gelo ne karekê rewaye ger partên siyasî xemsar bûn, opozisyon erkê ser milên xwe ji bo nehêlana wê xemsariyê helwîsta xwe xuya bike? helbet opozisyona nîştîmanî ku nûneratiya xelkekê dike pirogramek cuda ji pirograma parta siyasî ya deshelatdar heye, lewra mafê opozisyonê ye xelkê palbide ji bo ku xelik pirogramê parta deshelat redbike û pirograma wê biecibîne, lê divê ev yek jî di nava binemayên demokratî û di nava perlemanê de bên gengeşekirin, nek yekser bang li xelkê bê kirin û saziyên demokrtî û şer'î bên piştguh avêtin.

- Dema bas li opozisyonê tê kirin, wate bas li hebûna civakek demokratîk tê kirin, nabe û qebûl nabe, opozisyonê bi eşkerayî telefizyon û radyo û sayît û çapemenî hebin û çi sînûr ji bo çalakiyên wê nebin û ew sîstemê hikûmdariya welatê xwe bi totalîtar û diktator wesif bike, ev li tu welatên demokrasî tuneye, dema opozisyon biryarê dide deshelata welatê xwe bi diktator wesif bike divê biryar dabe nasnama opoiziyona niştimanî li ser xwe nehêlabe, û bizanibe ew ê rastî pirsekê wer in ew jî gelo eger deshelata siyasî ya niha li Kurdistanê diktatorî be, çawa opozisyonê hebûna xwe heye? gelo tevgera Goran dikare di mîdyayên xwe de diktatoriyeta deshelatê nîşan bide, û opozisyonê bi awyekê sivîl nîşan bide, erê dikarin hin nimûneyên opozisyona welatên demokratî nîşan bidin ku sîstemê welatê xwe bi diktatorî wesif dikin, şer'êyetê diden xwe ku hikûmetê ji nav bibin, gelo ta niha me bihîstîye parta komarî ya Emrîka ji ber ku ne di deshelatê de ye hikûmdariya Obama bi diktator û totalîtar binav dike? ev pirs ne ji bo tagiriya partên nava hikûmetê û dijminkariya Goran in, belku ev bizaveke bo vegeryana binemayên demokratiyê, hînbûna pirosêsa demokratiye.

Ji ber ku derketin ji binemayên demokratiyê wataya demokratiyê nade, eger civak gehişte wê astê hemû tişt bê kêmasî bû, wate di wê civakê de livîna mêşkî rawesta, sebaret vê çendê bi ya Karil Poper pir caran pêşdeçûn pirsgirêkên taze tev xwe tîne, lewre pêşdeçûna zanistê pijîjkê bû sedema pirbûneka zêde ya mirovan li cîhanê, lewra bo eger hizir li diyarkirina ji daykbûnê bê kirin, lê ev jî pirsgirêkeka din dirust dike ew jî pirbûna kesên extiyar û kêm bûna xurtan û desteya karker kêm dibe, civakeka navsalçûyî peyda dibe, wate mîtyota Poper dibêje me pirsgirêkên civaka demokratîk temam nabin, lewre di gotarekê de bi navê mezhebê me'rîfê di dîtina lojîkî û têwira pêşketinê de li sal 1972 ê ku li radyoya Elmaniya pêşkêşkir, Poper bas li (hînbûnê dike di bara mîtyota bizavkirin û şaşkirinê de) ku behsa sê xalan dike ew jî (1- pirsgirêk 2- bizav ji bo çareserkirina pirsgirêkê. 3- dûrxistina bizavên şaş ji bo çareserkirina pirsgirêkê) Poper bizavan ji bo çareserkirina pirsgirêkan bi bikaranîna me'rîfetê ve girê dide, ev jî wate hemû pirsgirêkan dinava civaka demokratîk de rêyên çareserkirinê hene û ew rêye jî li ser binemayê me'rifê ji bo parastina mafê take kesî hatiye darêtin, lewre eger di çarçûvê mîtota Poper de em temaşey herêma Kurdistanê bikin bipirsin gelo li Kurdistanê pirsgirêk hene? di bersiv de eger em bêjin tu pirsgirêk tunene, wate çalakiya mêşkî rawestaye û tu pêşketinek rûnade, lê pirseka din tê holê gelo dema em dibêjin raste pirsgirêk hene em çawa bizavdikin wan pirsgirêkan çareserbikin? helbet gereke ji bo her pirsgirêkekê bizavên çareserkirinê li ser binemayê me'rîfê û lojîkê rêkbêxin û divê hemû bizavên şaş dûrbêxin, eger em wenekin, wate em ji şaşîtiyan ditirsin û mezintirîn şaşkirin ew e dema mirov ji şaştiya di tirse, wate di civaka demokratîk de eger şaşkirin nebe wate demokratîk nabe, lewre vekolerekê mezin mîna Tom Gordin Palmer di şîretgeha Kato derbarî wan rûbrûbûnên demokrasî yên tûşî dewletên taze pêgehiştî dibin, xuya dike ku demokrasî çareserkirineka ciyawaz nîne û dibêje ( meziniya durhêlî kilîla piştgirî û pejrandina demokrasiyê ye, eger xelik çaverêy encamên sihrî ji demokratiyê bikin , weha dê tûşî bê hîvîbûnê bibin û destberdarî demokratiyê bin, ji aliyekê din ve eger xelik çaverê helbijartinên azad û reftara dadperwer ji hikûmetê bikin, di vê barê de renge bê omêd nebin, lê bê goman bo mawekê dirêj bi demokratiyê şadnabin ).

Merema Palmer ji pêkvegirêdana demokrasiyê û encamên sihrî, wek egerek ji bo bê omêdbûnê û destberdarbûn ji demokratiyê û ji bo bê hîvî nebûna welatiyan dema bêdadiyê di hikûmetê de dibînin, wate dema xelik hizir dike eger li welat demokratî hebe ti pirsgirêk nabin, wate ew welat qet durist nabe, çonkî kêm û kasî û pirsgirêk tuneye, ji ber ku di vê çarçûvê de dorhêla demokratiyê tê ji dest dan û dibe çemikê tubedariyê, tenê hin kes demokratiyê weha şirove dikin û pirsgirêk û kêm û kasiyên civaka demokrat dikin aydolojiya xwe ji bo wergirtina raya giştî û deshelatê, ew kes nikarin bi rêyên din hevdijiya civaka demokratîk û saziyên şer'î û destûrî bikin, tenê bi rêya paldana cadê û dirustkirina aloziyan ew dikarin, ev yekser me nagehîne encaman û diyarkirina kêm û kasiya û şaşitî û gendeliyan, ji berku ev ne çareseryek lojîkiye, belku bizavên şaşin ji bo daxwazkirina sîstemî û sînûr darkirina deshilatê û sînûr darkirina karê opozisyonê ye, sebaret vê yekê pirofîsor Kîns Robert mamostayê zanistên siyasî li zanîngeha Kornêl û pispor di siyaseta hevberkirinê de li Emrîka latînî ji bo lawazkirina saziyên civaka demukratî ji aliyê serkirdên popolîstan ve, di daxuyniyekê taybet de ji Gulan re got: "belê raste serkirdên popolista li wê rewşê serhildidin dema saziyên hikûmî lawaz dibin yan rastî qeyranan tên, lewre bihêzkirina saziyan baştirîn dermane dijî popolîzmê, lê pirs ew e çawa dê bihêz êxin, ji ber ku ev tiştekê ne sanahiye lewre tu mêtyotên eşkera ji bo bihêzkirina wan tune ne, lê bi nêrîna min baştirîn berhengarî bo popolîzmê hebûna partên siyasî yên bihêze û di pirosa siyasî de nûneratiya welatiyan bikin û bibin ciyê baweriya xelkê, lewre hebûna partên siyasî yên bihêz û sîstemekê dadperwer û yasadananê yê bihêz, hemû sazî bihêz bin, mafê welatiyan neyê xwarin, helbet ev baştirîn çareseriye li dijî popolîzmê".

Derbarî çawaniya nehîştina gendeliyê û gazindên xelkê di gotara siyasiya popolîstan de, pirofîsor Rober got: "rexnegirtin li diyarda gendeliyê yeke ji şêwazên dijatîkirina saziyên siyasî. popolîst ji bo gehiştina deshelatê û bidestxistina dengan, bi rexnegirtina saziyên siyasî radibin û wan bi gendel bi nav dikin daku bandûrê li ser dengderan bikin, bi ya min ev beşeke ji sitratijiya wan, lewre her kesê li Emrîka latînî xwe bihelbijêre dê rexnê li saziyên siyasî bigire û bi gendel navbike ev jî tenê daku bigehin deshelatê. lewre ev ne tenê ji ber gele belku bizaveke ji bo bidestxistina deshelatê, lê goman tune dema gendelî pir bû wê gel serhelbide, ji ber wê serkirdên popolistkar pir çaran gendeliyê di gotarên xwe de bikar tînin, daku xelik rabe û ew jî bigehin deshelatê û piraniya caran wan serkirdên popolistî çi biguhêrin çareseriyê jî ji bo kêmkirina gendeliyê tune ne. bi ya min rêya yekane ji bo kêmkirina gendeliyê bihêzkirina saziyane, bi awayekî ku bikarin kar bi yasayan bikin û bibin ciyê baweriyê û berpirsatiyê. ji berku, popolîst saziya lawaz dikin ev jî dibe sedema zêdebûna gendeliyê û rewş aloztir dibe, û gendelî di wan cihan de zêde dibe ew ên saziyên wan lawaz, ez dîsan tekezê li ser saziyên yasayî û nûneratî dikim, sîstemekê dadperwer yê bihêz û bikarin mafê welatiyan bi destbêxin, tevê hebûna komîteka yasayî ya bihêz û partên siyasî yên bihêz ku bikarin bersiva xwastekên welatiyan bidin û giringiyê bi dengê xelkê bidin, ev dê baştirîn çareserî be".

Berya niha di vê raportê de me amaje kir ku demokratî bi wateya demokrasiya lîbral bikar tê, lê li vir em ê basê aliyekê din bikin ku bê hebûna serweriya yasa û saziyên bihêz demokrasiya lîbral hebûna xwe nabe, li vir gelo peywendî di navbera lîbral demokrat û saziyan de çiye? derbarî vê pirsê nêrînên hizirmend û siyasetmendan di civaka demokrat de li ser rolê serweriya yasayê di avakirina saziyan de û rolê saziyan di serxistina pîtepêkirina abûrê de tê holê, lîbralizmê jî ku bizavek mezin ji bo xweşkirina jiyana mirovatiyê kiriye, ew jî ku tekez li ser hebûna yasayê di saziyan de kiriye, daku em di peywendiyên navbera lîbralîzmê û saziyan de şarezabibin divê em du xalên giring ji hev cuda bikin û ji xwe bipirsin erê em dijî hikûmetê ne yan em ji bo berjewendiya xuyakirina deshelatên hikûmetê kardikin? gelek caran ev her du aliye tên tevhevkirin bitaybet ji aliyê wan kesan ve yên naxwazin civak ber bi lîbraliyê de gavan bavêje, lê ev wê watayê nade ku ew ên keyf bi lîbraliyê nayê xwedî aydolojiyek taybet û destnîşankirîne, belku hemû xelk vedigire ew ên hikûmet û deshelata diyarkirî reddikin û daxwaza deshelata reha dikin, lewre ew kes hemû çepbalbin yan 'ilmanî yan dîndar bin hemû bizava wan ji bo lawazkirin hikûmetê ye, lê berûvajî ew kesên di çarçûvê lîbral demokratî temaşey hikûmetê dikin, ew naxwazin hikûmet lawaz bibe, belkû dixwazin hikûmetê komeka erkên diyarkirî hebin û wan erkan bi zîrekane bicêbike, ji bo peyvdan li ser bihêziya saziyan û rolê yasayê di avakirina saziyan de, û hebûna saziyan ji bo piştevanî kirina cêbecêkirina serweriya yasayê, pirofîsor Dayan Deyvis mamostayê sîsyolojiya siyasî li zanîngeha Masyoşêt di peyveka taybet de ji Gulan re got: "bila em carê bêjin ku bihêz kirina serweriya yasayê û sazîyên demokrasî û dabînkirina ewlehiyê ji aliyê dewletê bo welatiyan tiştek pir giringe, ev giringtirîn tişte ji bo reftarkirin di gel nêrînên cuda ji aliyê siyasî û abûrî... û HWD ve, lê eger pirs ew e çawa serweriya yasayê û saziyên bihêz tên avakirin? bi taybet li cîhaneka berdewam ber bi newekhevî û tund û dijwariyê diçe, bi nêrîna min di vê rewşê de ji ber ku newekhevî di dahatî de heye, piraniya xelkê dibêjin (ne giringe biçin dengdanê giringe em pariyê jiyanê dabîn bikin û birçî nemînin), di vir de bi ya min mîdya azad û azadiya derbirînê pir giringe ji berku welatî dibara dana biryaran de pêdivî bi têgehiştinêne erê biryarên wan guncayîne yan na, bê hebûna mêdya azad welatî qet nizanin biryarên xwe çawa dirust bikin".

Gelo eger hêzek xwe bi çep bizane û kar ji bo lawazkirina saziyan bike? pirofîsor Stîfin Daymond mamostayî yasa li zaningeha Klara derbarî vê pirsê taybet bo Gulan got: "renge wesifkirina wan bi çeprew çihê gengeşê be, bi ya min baştire ji wan re bêjin popolîstên deshelat xwaz, ku ev popolîste jî beşekin ji wan karvedanên çaksaziyên lîbralîne ku di mawê 25 salên bûrî de li piraniya beşên cîhana tazepêgehiştî hatine encamdan. wate di binyat de bizaveke ji bo xwe goncandinê tev wan rûbirûbûnên di bizava avakirin û nûkirinê de tên holê, ku bi ya min ev arastekê nîgtîve û peywendî bi têrwanîna Waşintonê heye ku bizavkiriye bi ser cîhanê de bisepîne. lewre bi ya min baştire li şûna Markisî yan çep jêra bêjin Stalînî yan Stalînên nû, bi rastî xwezayê van rijêma mîna deshelata Şafêz bêtir li ser modêla Kastiro hatne ava kirin, Şafêz viyan bo wan tevgeran heye ku deshelat xwazin, dema ew tevger deshelatê bi dest dixin, bizava mokomkirin û qahîmkirina deshelatê dikin, ku li salên heştiyan û notan mîna hêzên demkrat derketin û paşê kontirola dewletan kir û deshelata xwe ferehkir, ev jî wek karvedanekê bû û dijatîkirina çaksaziya û sermayedariyê bû ku bitaybet kirin bû, lê paş şêwaz û mîkanîzmê desthelat xwazan bikaranî daku welêt bi wê arasteyê siyasî û abûriyê ew dixwazin bibin, ev jî berhengarbûnek rastewxuye ji bo tevgerên demokratî, lewre hebûna saziyên bihêz baştirîn rêgire ji bo bersîng girtina sîstemekê gendel û sîstemekê popolîstar, lê pirs ew e ew sazî di çi pêkhateyekê de wê karbikin, gereke di dema danan wan saziyan de zelalî û demokrasî bê berçavgirtin, lê dema tevgerên civakî deshelatê didin nûxbeka biçûk, dê bibe sedema arêşe û pirsgirêkan, wate pirs li ser wê yekê radiweste gelo saziyan çi saloxetên civakî hene. wate ev berhengariyeke ku xelik hertim bizav dike hin saziyan dane ku hikûmet bi rêya wan saziyan hikûmdariyê bike, gereke xelkê welatên tazepêgehiştî mîna Îraqê bi awayekê demokratî bi giştgirî bi rêxistina xwe rabin bo nimone di yekêtiya bazirganî de, divê tekezê bikin ku xelik xwe di nava van saziyan de mîna partên siyasî rêkbêxin daku bikarin bergiriyê ji xwe bikin".

Pirofîsor Daymond tekezkir ku divê hemû alî bizavê bikin pirsgirêkên xwe bi riya saziyên şer'î di nava sîstemê demokrasî de çareserbikin, lê derbarî dirustbûna giyanê hevkariyê di nava aliyên siyasî de ji bo vegeran bo saziyên şer'î , pirofîsor Lîslî Îlot mamostayê zanistên siyasî û pispor di siyaseta Emrîka latînî de li zanîngeha Bîrkilî di daxuyaniyekê de ji Gulan re got: " gereke serkirdên giropên ciyawaz îrada bihevre karkirinê hebe, hind bawerî bi hev hebe bikaribin pirosêseka hevbeş pêkbînin, ji ber ku eger hest bi bêbaweriyê û tundiyê hember hev bikin, çi carî rêya pêşveçûnê nabe, sebaret saziyan em dikarin bêjin hebûna saziyên bihêz dibe sedem ku xelik bikaribe bi rêya dengdanê û berbijêrên xwe derbirînê ji hizra xwe bike, giringiya saziyan jî ew e dema serok hat helbijartin, nikare her tiştê bivê encam bide, bo nimûne, bê bi destxistina razîbûna perlemanê nikare yasayê derbêxe, gotineka Adem Şuarz tizkî heye, ku behis dike ku demokrasî derdana wan kesane yên ku di deshelatê de. wate hertim sedema wê heye ku ew kesên di deshelatê de ji deshelatê bên dûrxistin û hin kesên din deshelatê bigirin dest, ji ber wê eger xelik baweriyê bi vî karî bikin, pir zehmete popolîstên têkder dirust bibin û derbikevin holê".

Veguhastin ji K.Jêrî: Bijar Şêxmemî
Top