• Friday, 29 March 2024
logo

Li Wanê di navbera du malbatan de şer derket: 14 kes birîndar bûn

Li Wanê di navbera du malbatan de şer derket: 14 kes birîndar bûn

Li navçeya Tuşba ya ser bi parêzgeha Wan a Bakurê Kurdistanê di navbera du malbatan de şer derket û kêr, kevir û daran li hev dan. Di encamê de 14 kes birîndar bûn.

Li navçeya Tuşba ya Wanê di navbera du malbatan de şer û pevçûn derket û bi kêr, dar û keviran li hevdan û 14 kes birîndar bûn.

Heftiya borî ji ber sedemekî nediyar herdu malbatan şer kiribû û li taxa Îskele dema ku careke din rastî hev hatin, dîsa nîqaş kirin û ew nîqaş vegerya şer û bi kevir, dar û kêran li hevdan û 3 kesên ku birîndar bûn ji Navenda Tibî ya Dursun Odabaş a Zanîngeha Yuzincî Yil re hatin veguhestin.

Piştî wê kesûkar û merivên herdu malbatan çûn nexwaşxaneyê û li baxçê nexwaşxaneyê dîsa şer derket û gelek tîmên polîs ji cîhê bûyerê re hatin veguhestin.

Hat ragehandin di wî şer û pevçûnê de ji herdu aliyan 11 kesên din dîsa birîndar bûn û gelek wesayîtan jî ziyan dît.

Bi giştî di şerê navbera herdu malbatan de 14 kes birîndar bûn û ji nexwaşxeyên cuda re hatin veguhestin û tîmên polîs jî li derdora nexwaşxaneyan tevdîrên ewlehiyê wergirtin.

 

 

Basnews

Top