• Friday, 26 April 2024
logo

Partiyên siyasî yên Iraqê geşbîn in ji bo çareserkirina pirsgirêka neft û gazê ya di navbera Hewlêr û Bexdayê de

Gulan Media March 31, 2023 Nûçe
Partiyên siyasî yên Iraqê geşbîn in ji bo çareserkirina pirsgirêka neft û gazê ya di navbera Hewlêr û Bexdayê de

Partiyên siyasî yên şîe yên parlamentoya Iraqê dibêjin, ew dikarin bi hev re pirsgirêkên xwe yên li gel Hewlêrê yên derbarê hinartina petrolê bi rêya Tirkiyê re çareser bikin.

Parlamenterê Îtîlafa Dewleta Yasa li Parlamentoya Iraqê Mihemed Zadî ji Kurdistan24ê re ragihand: “Em li bendê ne ku hikûmet vê pirsê bişîne parlamentoyê û em û Hewlêr bi xwe biryarê li ser kesên din bidin.

Derbarê pirsa hinartina petrolê de, Parlamenterê Fraksiyona Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) li Parlamentoya Iraqê Şêrwan Dubardanî ji Kurdistan24ê re ragihand, di mijara petrolê de ti pirsgirêk ligel aliyên din namînin.

SOMO û Hikûmeta Herêma Kurdistanê dikarin rojane nêzîkî 900 hezar bermîlên petrolê bi rêya boriya di navbera Iraq û Tirkiyê re hinarde bikin, ku ev yek jî %1ê pêwîstiya rojane ya cîhanê ye, lê niha tenê 500 hezar bermîl petrol ji bîrên bakur tê hinardekirin.

Li gorî pisporên petrolê, yekem qurbaniyê biryara dadgeha Parîsê, hikûmeta Iraqê ye û di wê baweriyê de ne ku tenê rêya çareserkirina kêşeyan, qebûlkirina yasaya petrol û gazê ye.

 

Basnews

Top