• Saturday, 04 May 2024
logo

Mihemed Şukrî: Herêma Kurdistanê tevlî Dîdara Cîhanî ya Weberhênanê dibe

Gulan Media April 25, 2024 Nûçe
Mihemed Şukrî: Herêma Kurdistanê tevlî Dîdara Cîhanî ya Weberhênanê dibe

Serokê Desteya Weberhênanê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji K24ê re radigehîne, “Li demeke nêzîk çêkirina yekîneyên akincîbûnê ji bo hejaran li bajarên Kurdistanê tê destpêkirin”. Herwesa got, “Meha bê em dê li Îmaratê tevlî Dîdara Salane ya Weberhênanê ya Cîhanî bibin”.

Serokê Desteya Weberhênanê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mihemed Şukrî îro (Çarşem, 24.04.2024) ragehand, “Di heftiya duyê ya meha bê de li Ebuzebî em dê tevlî Dîdara Salane ya Weberhênanê ya Cîhanî bibin, ku dezgehên fermî yên weberhênanê yên piraniya welatan tevlî wê dibin. Ev cara yekê ye ku Desteya Weberhênanê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê wekî endameke Rêkxistina Weberhênanê ya Cîhanî tevlî wê dîdarê dibe û rolê xwe tê de digêre”.

Serokê Desteya Weberhênanê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê amaje jî da, “Gotara taybet a Desteya Weberhênanê dê di wê dîdarê de bê xwendin û seetekê jî dê derfet ji bo berçavkirina taybetmendiyên weberhênanê li Herêma Kurdistanê bê pêşkêşkirin”.

Navbirî eşkere jî kir, “Herwesa di wan her sê rojan de, Sekoya Kurdistanê dê ji bo nasandina pêşxistina Herêma Kurdistanê di çalakiyan de kar bike, ji bo ku bikare zêdetir weberhênerên derekî bîne Herêma Kurdistanê”.

Serokê Desteya Weberhênanê di derheqa pirojeyê çêkirina 20 hezar yekîneyên akincîbûnê ji bo hejaran de got, “Biryara dawiyê ew e ku ew piroje bi rêya belênderan bê bicihanîn lê Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi xwe dê serperiştî û çavdêriya bicihanîna pilan û piroje û gehandina xizmetkariyan bike. Li demeke nêzîk pirojeyên akincîbûnê li bajaran tên bicihanîn”.

 

K24

Top