• Tuesday, 30 April 2024
logo

Rêveberiya Xweser mûçeyê karmendan zêde kir

Gulan Media March 30, 2023 Nûçe
Rêveberiya Xweser mûçeyê karmendan zêde kir

Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê li navçeyên ku di bin destê wê de ne mûçeyên karmendan zêde kir.

Li gorî daxuyaniyeke Desteya Darayî ya Rêveberiya Xweser mûçeyên karmendên wê yên meha Adarê wê li gorî lîsta nû ya mûçeyê were dayîn.

Hevserokê Desteya Aboriyê ya Rêveberiya Xweser Dr. Mihemed Şewqî jî li ser rûpela xwe ya Facebookê got, wê mûçeya herî kêm ya karmendên wê bibe 520 hezar lîreyên Sûrî.

Zêdekirina mûçeyan li navçeyên Rêveveberiya Xweser

- Mûçeyê herî kêm dibe: 91 Dolar

- Mûçeyê herî zêde dibe: 314 Dolar (mamostayên zanîngehê)

- Her dolarek niha bi 7.700 lîreyên Sûrî ye.

Mûçeyên herî kêm:

- Mûçeya karmend û fermanberên Rêveberiya Xweser yên herî kêm di navbera 160 hezar - 380 hezaran de bû, niha kesê ew mûçe werdigrit, mûçeya wî dibe 520 hezar lîreyên Sûrî (67 Dolar).

- Kesê mûçeya wan di navbera 516 hezar - 524 hezaran de bû, mûçeya wan dibe 707 hezar lîreyên Sûrî (91 Dolar)

- Kesê mûçeya wan 600 hezar lîreyên Sûrî be wê 819 hezar lîreyan werbigre (106 Dolar)

- Mûçeya kê bûye zêdeyî milyonek lîreyên Sûrî?

- Kesên mûçeya wan 744 hezar û 500 lîreyên Sûrî bû dibe milyonek û 8 hezar lîreyên Sûrî (140 Dolar).

Mamosteyên Zanîngehan

- Herî kêm: 1,150,000 (149 Dolar) - 1,545,000 (200 Dolar)

- Herî zêde: 1,800,000 - 2,418,000 (314 Dolar)

Xwendevanên navçeyên wêranbûyî

200,000 - 250,000

 

Rudaw

Top