• Friday, 26 April 2024
logo

Di erdheja Mereşê de nasnameya 1297 kesan nehatiye zelalkirin

Gulan Media March 25, 2023 Nûçe
Di erdheja Mereşê de nasnameya 1297 kesan nehatiye zelalkirin

Rêveberiya Giştî ya Emnî ragihand ku nasnameya 1297 welatiyên di erdheja 6ê Sibatê de canê xwe ji dest dane nehatiye zelalkirin û kar û xebatên zelalkirina nasnameya 74 kesên bêkes ku li nexweşxaneyan tên dermankirin jî berdewam e û ji wan 72 kes zarok in.

Komîsyona Lêkolîna Erdhejê ya Parlamentoyê ku ji bo lêkolîna encamên erdhejên Mereşê hatibû avakirin civiya. Serokê Daîreya Ewlekariyê ser bi Rêveberiya Emnî ya Giştî Vedat Mercan got, komîsyon hatiye agahdarkirin ku 81 ji wan zarok bi giştî 305 kes wenda ne û kar û xebatên lêgerîna wan berdewam in.

Mercan dibêje: “Nasnameya 3 hezar û 755 terman bi rêya pencemorê hatiye zelalkirin. Heta niha 1297 welatiyên me hene ku nimûneya DNA wan hatiye wergirtin, cihê gora wan jî tê zanîn lê nasnemaya wan nehatiye zelalkirin. Lê kar li ser vê yekê berdewam e.”

Herwiha komîsyonê li ser hejmara girtinên di lêpirsîna erdhejê de jî zanyarî dane ku derbarê 1121 kesan de karê yasayî hatiye kirin û ji wan 316 kes hatine girtin.

 

Rudaw

Top