Li Qamişlo Festîvala Kurteçîrokan birêve diçe
![Li Qamişlo Festîvala Kurteçîrokan birêve diçe](https://gulanmedia.com/public/old_images/articles/466028Image1.jpg )
Di Festîvala Kurteçîrokê li Qamişlo de hejmareke beşdar in û biryar e di dawiya festîvalê de baştirîn çîrok were xelatkirin.
Festîvala li Bexçê Xwendinê ya Qamişlo birêve diçe,4 rojan berdewam dike û 9 îlonê bidawî dibe.
Derbarê festival de Serokê Yêkîtiya Nivîkarên Kurd-Sûriyê Dilawer Zingî got: “17 nivîskar di festîvala kurteçîrokê de beşdar in her yek ji nivîskaran dê çîroka xwe bixwînin. Di dawiya festival de baştirin çîrok dê bê xelatkirin.”
Nivîskar û Helbestvan Beşîre Derwîş da zanîn ku ew bi 2 çîrokan tevlî festival bûye û got: “Navê yekê Zeviyên Şewitî ye. Min xwest di vê çîrokê de behsa zeviyên çandiniyê yên îsal şawitine û çawa xeyalên xwediyên zewiyan ku jiyana wan li ser çandiniyê ye, ligel berhemên wan şewtî bikim. Çîroka din jî mijara wê peywendiyên di navbera du hevjînan de ye.
Nivîskar û Helbestvan Qadir Eqîd jî got: “Min çîroka berî 10 salan nivîsandiye. Min behsa jiyan û pirsgirêkên malbatî kiriye.”
Çalakiyên roja dawî ahengek Mûzîkî, dana rêznaman, dana xelata festîvalê ji baştirîn kurteçîrok re pêk tê.
Rudaw