• Friday, 03 May 2024
logo

Bîrdoza hevkarîyê ya navbera Firanse û hikûmeta herêma Kurdistanê

Bîrdoza hevkarîyê ya navbera Firanse û hikûmeta herêma Kurdistanê
Teksta bîrdoza (yadaştnameya-muzekkereya) navbera hukûmeta Fransa û hukûmeta herêma kurdistanê ya ku ji alîyê serokê herêma kurdistanê Mesûd Barzanî û wezîrê derveyê Fransa Bernard Koçner ve, di 15/06/2010 de li wezareta derveya Fransa hat muhrkirin.
Bîrdoza navbera
Hukûmeta komara Fransa
Û
Hukûmeta herêma kurdistana Iraqê
Hukûmeta komara Fransa û hukûmeta herêma kurdistana Iraqê, ev bîrdoza han muhr kirin.
Di çarçêweyê peywendîyên başên navbera hukûmeta komara Fransa û hukûmeta Iraqa federal de, herwek di rêkevtina hevpişka navbera wan de dîyar dibe, di biwarên kulturî, zanistî, teknîkî û hevkarîya geşbûnê de ya ku di 15/11/2010 de hat muhrkirin:
Li angora mercên destûra Iraqê ya ku rê dide herêman, ku bernameyên hevkarîya derveyîyên di biwarên kulturî, perwerdeyî, aborî û geşbûna civakî de encam bidin:
Li angora evê rêbaza li xwarê, hêvîya geşbûna peywendîyan, di biwarê bazirganî, aborî û kulturî de heye:
I – LI PÊŞXISTINA HEVKARÎYA ABORÎ Û BAZIRGANÎ Û XURTKIRINA JÊRXANEYÊ
Hukûmeta herêma kurdistanê KRG li angora ewê siyaseta ku ji bo paldana investkarîya biyanî û projeyên bazirganî û pêşkêşkirina hêsankarîyên bazirganîyên bi endamên civaka navdewletî re hatiye danîn, pîkolan dike da ku derfet bihê vedîtin û kompanyayên Fransayî di biwarên geşkirin û avakirina herêma kurdistanê de û wek bingehekê ji çalakîyên xwe re yên ji hemû Iraqê re, beşdarîyê bikin. Hukûmeta komara Fransa xwe girêdayî akincîbûn û xweşîya Iraqê û herêma kurdistanê dibîne û pîkolan dike, da ku piştgirîya bazirganîya Fransa bihê kirin û bihê paldan, da ku beşdarîyê li herêma kurdistanê bike û pîkolan jî dike, da ku cudayîyek fermî di navbera herêma kurdistanê û beşên dinên Iraqê de, di biwarên ewledarîyê û akincîbûnê de li ber çav bihê girtin.
Ji ber dewlemendbûna ezmonê û rêbaza baş a karkirinê û şiyanên teknologîya çandinîyê, komara Fransa û kompanyayên Fransayî hatine bangkirin da ku derfeta berdest vebibînin û beşdarîyê di projeyên niha û ayinde yên evan biwaran de bikin û karekî hevpişk bikin:
Investkarîya kerta taybetîya sistema veguheztina xurek û teknologîya avdanê û sarkirinê û xwedîkirina ajelan (heywanan) û kêlgehên dexl û danan.
Rahînankirina kargehên kêlgehan û xwedîyên kêlgehan.
Hilsengandina dezgehên rahînankirina çandinîyê.
Rahînankirina kesên şehreza û şîretkarên pêşkevtîyên çandinîyê.
Beşdarbûna di programên zankoyê de yên di biwarên perwerdeyê û lêkolînên çandinîyê de.
Wek çawa ku herêma kurdistanê bi berdewamî geşbûnê encam dide û li duv jêderên petrolê û gasê digere, komara Fransa û kompanayên Fransayîyên ku bi taybetî karê wizeyê dikin, ew jî hatine bangkirin da ku beşdarîyê di projeyên niha û ayinde yên evan biwaran de bikin û ne tenê sînordar bin:
Refinerek li ser çemê Zê yê mezin bihê avakirin.
Berfirehkirina refinerên petrolê.
Damezrandina kolejekê yan zankoyekê ku astê wê bilind be û li Hewlêrê be û bi hevpişkî di navbera kerta giştî û taybetî de, ji bo xwendina di biwarê petrolê, gasê û ciyologîya de bihê avakirin.
Herdu alîyên ku ev dokument muhr kirine, li angora daxwaza xwe razî bûne ku bêtir herêma kurdistanê û hemû Iraqê ava bikin û geş bikin. Komara Fransa û kompanyayên Fransayî hatine bangkirin, ku li duv egerên başdarbûna di projeyên niha û ayinde de bigerin û wek nimûne jî, gerek di evan biwaran de be û ne tenê sînordar be:
Nexşesazî û plandanîn û bi cihkirina bernameya şiva hesin a navbera Hewlêrê, Duhokê, Silêmanîyê û deverên din.
Diristkirina îstgehên basan û taksîyan li Hewlêrê, Silêmanîyê û Duhokê û torra îstgehên basan li her bajêrekî ji evan bajêran hebin.
Anîna basên standard ji kertên giştî û taybetî re, da ku li gel binemayên navdewletî yên di biwarên selametîyê û çakbûnê de biguncin û da ku pirsa pîsbûna jîngehê bihê kontrolkirin.
Herdu alî giringîya jêderên avê yên herêma kurdistanê û hemû Iraqê nas dikin û pîkolan dikin, da ku projeyên taybetîyên bilindkirina astê bi bandor û corê jêderên avê vebibînin û şêwazê çareserkirinê jê re bihê vedîtin. Ew jî di evan biwaran de bin û ne tenê sînordar bin:
Diristkirin an baştirkirina dezgehên çareserkirina avê.
Nasandina teknîkên avdanê û fêrkirina pîşekaran.
Rahînankirina şehrezayan a di biwarê teknîka rêvebirina avê de û herweha, bilindkirina astê hoşyarîya giştîya ji bo paraztina avê.
Rêvebirina jêderên avê bi awayekî temamkarane.
Gerek nav û dengê cîhanî yê sistema tendiristî û rêbaza nûjdarî (tibbî) ya komara Fransa û kompanyayên nûjdarî û dermansazîya Fransayî, li ber çav bihê girtin. Komara Fransa û kompanyayên Fransayî hatine bangkirin da ku li duv egerên encamdana projeyên niha û ayinde bigerin. Ew jî di evan biwaran de bin û ne tenê sînordar bin:
Rahînankirin û avakirina şiyanan.
Diristkirina nexweşxaneyan, norîngehan û navendên nûjdarîyên nûjen.
Berdestkirin an firoştina alav û amîrên nûjdarîyên nûjen û rahînankirinek taybetî ji pîşekaran re hebe.
Fêrkirin û berdestkirina xolên (korsên) rahînankirinê ji xwendevanên jîrên kolejên nûjdarî re û di zanko û nexweşxaneyên herêma kurdistanê de, piştgirîya şehrezayên Fransayî bihê kirin.
Kompanyayên dermansazîyê yên Fransayî li herêma kurdistanê kar bikin û navendeka berhemanîna dermanan, li herêma kurdistanê bihê damezrandin.
Herdu alîyên ku ev dokument muhr kirine pîkolan dikin, ku di biwarê teknologîya firrokevanîyê û xizmetguzarîya wê de sûdmend bin û di evê bareyê de, herdu firrgehên navdewletîyên herêma kurdistanê li ber çav bihên girtin û firrgeha navdewletîya nû ya Hewlêrê, bihê vekirin û sûd ji şehrezayîya komara Fransa û kompanyayên Fransayî yên di biwarê firrokevanîya bajêrvanî û endazyarî û xizmetguzarîyên pê ve girêdayî de bihê wergirtin. Gerek giringîyek taybetî jî ji firrokevanîya Fransa û teknologîya wê û kompanyayên wê yên xizmetguzarî re hebe. Komara Fransa û kompanyayên Fransayî di evê bareyê de hatine bangkirin, ku li duv egerên beşdarbûna di projeyên niha û ayinde de bigerin û bi evî awayê li xwarê bin û ne tenê sînordar bin:
Geştên bazirganîyê û hilgirtina baran ên ku ber bi herêma kurdistana Iraqê ve diçin.
Rahînankirin û vekirina xolên nû yên pêzanînên taybetîyên rêvebirina firroke û teknologîya firrokevanîyê û kontrolkirina çûn û hatina asmanî û rêvebirina firrgehan û selametîya geştên asmanî.
II – HEVKARÎYA CIVAKÎ Û KULTURÎ Û VEGUHERÎNA PERWERDEYÎ
Herdu alîyên ku ev dokument muhr kirine pîkolan dikin, da ku mekanizmekê vebibînin û Fransa bêtir beşdarîyê di bilindkirina ast û corê xwendina bilinda herêma kurdistanê de bike, wek çawa di evan biwarên xwarê de hatiye û gerek ne tenê sînordar be:
Alîkarîkirina teknîkî û akademîk bi zanko û peymangehan re, di biwarên corane de yên wek çandinîyê, bazirganîyê, teknologîya, şûnwar, zanînên civakî, zimanê Fransayî û… hd bihê bihê kirin. Ev alîkarîyên han jî, dê bi hevpişkîya di biwarê zanînan, şehrezayîyê û nexşesazîya xwendinê û sazdana şiyanan de bihên pêşkêşkirin û dê bi hevkarîya li gel wezareta xwendina bilinda hukûmeta herêma kurdistanê be.
Dê zankoyên Fransa bihên paldan da ku beşdarîyê di perwerde, fêrkirin û rahînankirina karmendên genc û pîşedarên hukûmeta herêma kurdistanê yên kerta giştî û taybetî de bikin.
Bi cihanîna hemû bernameyên niha yên şandina ji herdu alîyan ve, ku ew jî wek mezaxtinek hevpişk hatine muhrkirin û di berjewendîya xwendevanên herêma kurdistanê de ne û ew xwendevan, dixwazin di biwarê taybetmendîyên xwe de li Fransa bixwînin. Herweha, dê xolên demkurt ji alîyê profesor û lêkolînvanên Fransayî ve li zanko û peymangehên herêma kurdistanê bihên pêşkêşkirin.
Dê hukûmeta komara Fransa piştgirîya rahînankirina derçûyên zanko û peymangehên herêma kurdistanê bike.
Herdu alîyên ku ev dokument muhr kirine pîkolan dikin, da ku mekanizmek bihê vedîtin û Fransa bêtir beşdarîyê di bilindkirina ast û corê perwerdeya qonaxên seretayî û navendîyên herêma kurdistanê de bike. Ew jî li angora evan biwarên xwarê û ne tenê sînordar bin:
Rahînana ji bo sazdana şiyanên mamosta, rêvebir û karmendên dinên nava dibistanan û ev jî, bi hevkarîya li gel wezareta perwerdeyê ya hukûmeta herêma kurdistanê bihê kirin.
Piştgirîya demdirêja herdu alîyên ku muhr kirine ya ji bo zimanê Fransayî li herêma kurdistanê, ku dê ji alîyê dibistanên Mission Laique Franceaise MLF bi rê ve biçe.
Dê ew waneyên (dersên) ku ji bo fêrbûnê baş in û astê jîrbûnê bilind dikin û bandora perwerdeyê bi giştî bêtir dikin, bi hevpişkî bi hev bihên guherandin.
Herdu alîyên ku ev dokument muhr kirine pîkolan dikin, da ku li duv egerên veguherîna kulturî û hevkarîyê bigerin û dê dewlemendî û surişta coraneya herdu kulturan li ber çav bihê girtin. Dê ev jî di evan biwarên xwarê de bin û dê ne tenê sînordar bin:
Dê ji bo naskirina kultur û dîroka herdu gelan, li Fransa û li herêma kurdistana Iraqê, semînar û wane bihên pêşkêşkirin.
Dê şehrezayên kultur û bi pirranî jî şehrezayên kultura kurdî, li dezgehên kulturîyên Fransayî bin û dê şehrezayên Fransayî jî, ji bo geşkirina peymangehên perwerdeyî û rahînana kurdî li herêma kurdistana Iraqê bin, da ku bi hevguherîna pêzanînan di navbera herdu alîyan de berdewam be.
Hukûmeta Fransa pîkoleka bi cih dike, da ku alîkarîyên konkretî berdest bin û di biwarên şûnwaran, kelepûr û nûjenkirina cihên kevn û dêrîn de alîkarîya dam û dezgehên hukûmeta herêma kurdistana Iraqê bike. Ev jî li angora evan biwarên xwarê û ne tenê sînordar bin:
Damezrandina navenda lêkolînan a ku berî niha hatibû ragihandin û ji bo şûnwarnasîyê û zanînên mirovanî bû û li keleha Hewlêrê hatibû danîn. Ev jî dê bi hevkarîya hukûmeta Fransa û hukûmeta Iraqê û bi piştgirîya hukûmeta herêma kurdistanê bihê encamdan. Herdu alîyên ku ev dokument muhr kirine pîkolan dikin, da ku du xanî li nava keleha Hewlêrê ji bo evê mebestê bihên nûjenkirin.
Bernameya şandina xwendevanan dê bi hevkarîya hukûmeta herêma kurdistanê û hukûmeta Fransa bihê encamdan, da ku xwendevan û pîşekarên herêma kurdistanê li angora baştirîn rêbaz û şêwazên teknologîya evê serdemê bihên rahînankirin û da ku çalakî û lêkolînên di bareya vedîtina şûnwaran û çalakîyên şûnwarnasîyê de jî bihên rahînankirin.
Dê hukûmeta Fransa piştgirîya beşên şûnwarnasîyê yên zankoyên herêma kurdistanê bike û dê ev piştgirî, bi rêya wane û veguherîna şehrezayan be.
Dê çalakîyên hevpişk bihên kirin û dê ev çalakî, di bareya şûnwaran de bin. Çi ew şûnwar di nava keleha Hewlêrê de bin û çi jî li cihên dinên seranserî kurdistanê bin.
Herdu alîyên ku ev dokument muhr kirine pîkolan dikin, da ku ewan awayan vebibînin, ewên ku bêtir mafên mirov – û bi taybetî jî mafên jinan û zarokan – paraztî dihêlin û xweşkirina hizra wekhevîya navbera regezan û bi taybetî jî di bareya mafên mirov de û di evan biwaran de bin û ne tenê sînordar bin:
Pêşkêşkirina ewan waneyan ji alîyê hukûmeta Fransa ve, ewên ku di biwarê mafên mirov û wekhevîya regezî de ne û ev wane, dê li cihên kar û cihên giştî bihên pêşkêşkirin.
Pêşkêşkirina ewan waneyan, ewên ku li ser dijwarîya li beramber jinê ne.
Dê pîşekarên Fransayî di bareya kêmanîyan û mekanizmên hêsankarîyê de şiroveyan pşkêş bikin, da ku mafên mirov baştir bihên paraztin û derfetên wekhevîyê bêtir bibin.
Dê hukûmeta Fransa ji bo prosesên fermîyên hukûmeta herêma kurdistanê alîkarîyan pêşkêş bike, da ku astê hişyarîya di bareya mafên mirov û wekhevîya regezî de û nehiştina dijwarîya li beramber jin û zarokan û bi hemû awayan, li pêş bikeve.
Hukûmeta Fransa pîkolê dike, da ku mekanizmekê vebibîne, da ku bibe egerê başbûna dezgehên nivîsandinê, bihîztinê û dîtinê yên li herêma kurdistanê. Ew jî bi evî awayê li xwarê û ne tenê sînordar be:
Vekirina xolên rahînanê û berdestkirina alav û amîrên dezgehan ji alîyê mediyaya Fransa ve û bi piştgirîya hukûmeta Fransa û hukûmeta herêma kurdistanê, da ku astê pîşeyî ji hemû alîyên komkirinê û belavkirina nûçeyan ve li pêş bikeve.
Dê dezgehên ragihandina Fransa piştgirîya dezgehên ragihandinê yên herêma kurdistanê bikin û ew jî, dê bi rêya dîtina berhemên rojname û bernameyên radiyo û televiziyonên Fransa be.
III – HEVKARÎYA FERMÎ Û BERDESTKIRINA ŞEHREZAYÎYÊ YA BI HUKÛMETA HERÊMA KURDISTANÊ RE
Hukûmeta komara Fransa pîkolê dike, ku mekanizmekê ji bo hevkarîya bi hukûmeta herêma kurdistanê re dayne, ku bibe egerê peydabûna bernameyên hevkarîyê yên corane yên wek pêşkêşkirinê, bernameyên sazdana şiyanan, rahînankirin û bernameyên din ên ku dihêlin jîrî û jêhatîbûn di nava hukûmeta herêma kurdistanê de çê bibin.
Hukûmeta Fransa pîkolê dike, da ku derfetan bibîne û alîkarîyê bi wezareta darayî, aborî û plandanînê ya hukûmeta herêma kurdistanê re bike, da ku biwarên bêtir pêdivê bihên destnîşankirin û da ku ji berpirsên hukûmeta herêma kurdistanê re rahînan bihê berdestkirin. Ew jî li angora evan biwarên xwarê bin û ne tenê sînordar bin:
Dê hukûmeta Fransa alîkarîyê bi wezaretên plandanînê, darayîyê û aborîyê yên hukûmeta herêma kurdistanê re bike û dê ev alîkarî, di biwarê ewê hevkarîyê de be, ya ku dê bi evan wezaretên peywendîdar re bihê kirin.
Dê xolên rahînankirinê ji berpirsên wezareta plandanînê re li Fransa yan li herêma kurdistanê bihên vekirin û dê li ser biwarên rêvebirinê, prosesa amadekirina budceyê, bi cihanîna amarê, dewlemendkirina şiyanan û diristkirina şiyanan be.
Dê pîkol bihên kirin, da ku şêwazên bi bandor bihên destnîşankirin û dibe di evî biwarî de,hukûmeta Fransa bikaribe alîkarîya hukûmeta herêma kurdistanê di bareya dezgehan û pêşkêşkirina şehrezayan de bike.
Herdu alîyên ku ev dokument muhr kirine dê bi hemû awayan pîkolê bikin, da ku ev xalên li jor behsa wan hatiye kirin, di evê dokumentê de bi cih bibin.
IV – BI CIHANÎN
Dê bi berdewamî di dem û cihên dîyarkirî de û bi razîbûna herdu alîyan şîretkarî bihê encamdan. Herweha, dibe bi rêya peywendîyên fermî jî hemû alîyên evan peywendîyan dîsan di ber çav re bihên derbaskirin.
Dibe ku herdu alîyên ev dokumenta han muhr kirine, serrastkirinê di evê dokumentê de encam bidin.
Ev dokument li Parîs, di meha cehzerana sala 2010 de hatiye encamdan û wêneyek jê bi zimanê Fransayî ye û wêneyek jî bi zimanê Kurdî ye.
Bi navê hukûmeta herêma kurdistanê rêzdar serokê herêma kurdistanê
Mesûd Barzanî
Û
Bi navê hukûmeta komara Fransa rêzdar wezîrê derveyê Fransa
Bernard Koçner
Muhr kirine.

Veguhastin ji K.Jêrî: Bijar Şêxmemî
Top