• Friday, 26 April 2024
logo

Dîmenê Mereşê yê ji asimanan ve hat belavkirin

Gulan Media February 8, 2023 Nûçe
Dîmenê Mereşê yê ji asimanan ve hat belavkirin

Dîmenên navenda parêzgeha Mereşê ya ku erdhej lê çêbû, ji asiman ve hat tomarkirin. Di dîmenan de tê dîtin ku kesên diaxivin dibêjin ku zêdetirî nîvê bajêr wêran bûye û bi erdê re bûye yek.

Piştî herdu erhejên bi hêza 7.7  û 7.6 pile ku navendên wan navçeyên Bazarcix û Elbistan ên Mereş bûn, dîmenên navenda bajêr ên ji asimanan ve hatine kişandin hatin belavkirin.

Di dîmenên li ser medyaya civakî hatin parvekirin de tê dîtin ku li bajêr wêraniyeke mezin heye.

Kesê di dîmenan de diaxive û wiha dibêje: “Mirov nikare bawer bike. Ma nîvê vî bajarî nîne?"

Kesekî din jî dibêje, “Belê, ev der Mereş e. Weke ku hûn dibînin bi temamî wêran bûye. Aliyê rojhilatê bajêr bi temamî nemaya.”


5894 kesan canê xwe ji dest dan

Roja Duşemê 6ê Sibata 2023ê du derhejên bi hêza 7.7  û 7.6 pile ku navendên wan navçeyên Bazarcix û Elbistan ên Mereş bû herêm hejand û li bajarên weke Mereş, Amed, Riha, Semsûr, Meletî, Kilîs û Dîlokê yên Bakurê Kurdistanê û bajarên Hatay, Edene û Osmaniye yên Tirkiyê bû sedema mirin û birîndarbûna bi hezaran kes û beşeke zêde ya qurbaniyan jî hîn di bin kavilê avahiyan de ne.

Cîgirê Serokkomarê Tirkiyê Fuat Oktay ragihand ku di erdhejê de bi giştî li Bakurê Kurdistan û Tirkiyê 5 hezar û 894 kesan canê xwe ji dest dane û 34 hezar û 810 kes jî birîndar bûne.

Fuat Oktay herwiha eşkere kir ku 5 hezar û 775 avahî hilweşiyane û zêdeyî 8 hezar kesan jî ji bin kavilan de hatine rizgarkirin.

 

Rudaw

Top