• Tuesday, 30 April 2024
logo

Keleha dîrokî ya Dîlokê di erdhejê de hilweşiya

Gulan Media February 6, 2023 Nûçe
Keleha dîrokî ya Dîlokê di erdhejê de hilweşiya

Beşeke Keleha Dîlokê ya dîrokî ji ber erdheja bi hêza 7,4an ku navenda wê navçeya Bazarcixê ya Mereşê bû, hilweşiya.

Ji ber erdhejê hin bircên li rojhilat, başûr û başûrrojhilatê Keleha dîrokî ya Dîlokê ya li navçeya Şahînbey a navendî ji ber erdhejê hilweşiyan, kevirên kelehê li ser rê belav bûn.

Hesinên li dora kelehê li ser peyarêkên derdorê belav bûn.

Dîwarê li kêleka kelehê jî hilweşiya. Di hin bircan de, derzên mezin hatin dîtin.

Wêne: AA
Li aliyê din qube û dîwarê Mizgefta Şîrvanî ya dîrokî ku li kêleka kelehê ye û tê gotin di sedsala 17an de hatiye çêkirin, beşeke wê hilweşiyaye.

 

Rudaw

Top