• Friday, 29 March 2024
logo

Serokwezîr Mesrûr Barzanî û Serokê Îmaratê pêwendiyeke telefonî encam dan

Gulan Media December 8, 2022 Nûçe
Serokwezîr Mesrûr Barzanî û Serokê Îmaratê pêwendiyeke telefonî encam dan

 Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro Çarşemê 7ê Kanûna 2022yan, pêwendiyeke telefonî ligel Serokê Îmarata Erebî Şêx Mihemed Bin Zayid Al Nehyan encam da.

Di pêwendiyê de li ser pêşvebirina pêwendiyên dualî yên li ser pêşvebirina danûstandina bazirganî û veberhênanê gotûbêj hat kirin.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî spasiya Serokê Îmaratê kir ji bo piştevanî û hevkarî û hevahengiya bihêz a rayedarên dewleta Îmaratê ji bo serxistina projeya hinardekirina berhemên çandiniyê yên Herêma Kurdistanê, bi taybetî hinar bo Îmaratê û ji wir jî ber bi welatên Kendavê.

Mesrûr Barzanî tekez kir ku Herêma Kurdistanê dikare bi hevkariya welatên navçeyê, roleke girîng di dabînkirina asayîşa xurekê de bilîze, herwiha destnîşan kir ku hinardekirina hinaran, destpêka hinardekirina çendîn berhemên din ên Herêma Kurdistanê ye, ji wan berheman; sêv, tirî û hingiv.

Herdu alî hevnêrîn bûn li ser bihêzkirina pêwendiyên dualî yên di hemû waran de.

 

K24

Top