• Thursday, 25 April 2024
logo

Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya şandeke Wezareta Derve ya Almanyayê kir

Gulan Media December 8, 2022 Nûçe
Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya şandeke Wezareta Derve ya Almanyayê kir

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya Berpirsê Karûbarên Rojhilata Navîn li Wezareta Derve ya Almanya birêz Tobias Tunkel û şanda pê ra kir ku ji Balyozê Almanyayê li Bexdayê û Konsulusê giştî yê Almanya li Herêma Kurdistanê amade bûn.

Di civînekê da têkeliyên Almanya digel Iraq û Herêma Kurdistanê, rewşa navçeyê bi giştî, pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê, têkiliyên Iraq û Herêma Kurdistanê digel welatên cîran hatin gotûbêjkirin.

Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî spasiya alîkariyên leşkerî û mirovî yên Almanyayê bo Herêma Kurdistanê di şerê dijî terorîstan de kir û behsa serdana xwe ya vê dawiyê ya bo Bexdayê û hevdîtinên xwe yên digel mezne berpirsên Iraqê kir.

Berpirsê beşê Rojhilata Navîn û Bakûrê Efrîqayê li wezareta derve ya Almanyayê Tobias Tunkel ji Serokê Herêma Kurdistanê ra behsa armanc û bernameya serdana xwe ya bo Herêma Kurdistanê û navçeyê kir û xwesteka welatê xwe ji bo berdewamiya hevkarî û piştevaniya Iraq û Herêma Kurdistanê û çareserkirina pirsgirêkên hêlawestiyên navbera Hewlêr û Bexdayê nîşan da.

Rewşa ewlekarî ya deverê bi giştî, rewşa koçber û penaberan û dabînkirina şert û mercên ku bikaribin bo ser war û cîhên xwe vegerin, û cîbicîkirina rêkeftina Şingalê, aliyekî din ê civînê bûn ku têda tekez li ser berdewamiya alîkariyên mirovî yên almanyayê bo koçberan kirin.

 

 

Top