Esed pozê Erdogan da erdê û Erdogan paşve avêt
Beriya çend rojan Erdogan digot em amadene li gel Esed bicivin.
Piştî civîna navbera Erdogan û Sîsî ya li Qeterê, Erdogan gotibû ku amadeye di demeke nêz de li gel Serokê Sûriyeyê Beşar Esed jî bicive û têkiliyan normal bike.
Lê Serokê Sûriyeyê Beşar Esed ragihandibû ku, Erdogan niha gelek lawaze û jiber hilbijartinan dixwaze têkiliyan li gel me normal bike lê ez ne ehmeqim ku, di vê demê de têkiliyan normal bikim û Erdogan bihêz bikim.
Piştî vê daxuyaniya Esed, Tirkiye jî gav paşve avêt û Peyvdarê Serokatiya Komar ya Tirkiyeyê Îbrahîm Kalin ragihand ku, ti bername û mebesteke Erdogan bo civîn û hevdîtinê li gel Esed tuneye.
Kalin eşkere kiriye ku, her çend cîhan cîhadiyên Sûrî bi terorîst dinasîne lê Tirkiye berdewam dibe li ser piştîvanî kirina wan cîhadiyan.