• Sunday, 24 November 2024
logo

Xeleka helsengandina rewşenbîran

Xeleka helsengandina rewşenbîran
EW CIVAK E YA KU REWŞENBÎR BI XWE KAR DI NAV DE DIKIN
HEGER REWŞENBÎR KOLEYÊ IDEYOLOGIYAYÊ BE DÊ NIKARIBE KULTURA DEMOKRASÎYÊ BI BERHEM BIHÎNE
(( Mezintirîn pirsa rewşenbîrên rojhilata navîn ew e, ku ew pîkolê nakin da ku bizanin ka ew kî ne. Gelo ew pispor û profesiyonalên nava biwarên corane ne û bi lez xwe bi guherînên aborî û siyasî re diguncînin? Yan ew di nava xwe de xwe serbixwe dibînin û tenê girêdayî rastîya zanînê ne û dibin palderên ewan guft û goyên giştî, yên ku di nava raya giştî de behsa wan dihê kirin? Ji demeka dûr û dirêj ve bû, ku civakên rojhilata navîn ji ber evan corên bijarteyên rewşenbîran dinaliyan. Evan corên rewşenbîran dev ji gerdişên xwe yên hizrî û sincî (exlaqî) berdabûn. Ew biwarên zanînê yên ku bi berhem jî dihanîn, pêşkêşî binemayên neguherî yên ideyologiyekê wek ideyologiya Marksî yan Islama siyasî dikirin. Rastîyên xwe yên siyasî ji bo berjewendîyên xwe şirove dikirin, da ku li gel armancên wan biguncin. Çavên xwe li beramber rastîyan digirtin. Ev jî, di biwarê rewşenbîrî de û di nava civakê de, mezintirîn xinizî (xiyanet) bû û wan dikir.))
Ramîn Cîhanbeglû
Hizirvanê Îranî



MIKAYEL BERTZ JI GULAN RE:
Rewşenbîr ew kes e, yê ku bi karê hizirî yê rexnegirî radibe û di biwarê guft û go û dan û standinên girêdayî pirsên corane de, alîkarîya civaka xwe dike.
TOMAS KOŞMAN JI GULAN RE:
Gelek caran rewşenbîr dibin zimanhalê partîyan û dibe ku ew jî wek kesên dinên nava partîyên siyasî, dixwazin desthilatdarîyê, diravan û berpirsyarîyê bi dest ve bihînin.
Di civakên nûhatî de û piştî qonaxa rizgarîya niştimanî û di destpêka prosesa damezrandina demokrasîyê de, gelekî kêm behsa prosesa guherîna kultura siyasî û damezrandina kultura siyasîya demokratîk dihê kirin. Evaya weha dide nîşandan, ku ew part û alîyên siyasîyên ku xebat ji bo qonaxa rizgarîya niştimanî û demokrasîyê kirine û qurbanî jê re dane, dema ku serkevtinê pêk dihînin û derbasî qonaxa damezrandina dezgehên niştimanî dibin û bi rêya dengdanê qanûnîbûna xwe ji cemawer werdigirin, êdî weha dibînin, ku kultura demokrasîyê pêk hatiye û ne pêdivê ye, ku guherîn di biwarê kultura siyasîya şoreşgerî de bihê kirin, da ku bibe kultureka siyasîya demokratîk.
Evaya yek ji ewan arêşeyan e, ku divê rewşenbîr di qonaxa veguhêz de û di biwarê damezrandina kultura siyasîya demokratîk de, rolek karyar tê de bibîne. Ji evê yekê jî giringtir ew e – wek çawa Prof. Williyam Merven Gadem, pisporê damezrandina demokrasîya Afrîkaya Başûr dibêje – ku: a giring ew e, em di evê qonaxê de gelekî behsa pêşveçûna kultura siyasîya demokratîk nekin, ji ber ku tenê bi pîvana pêşveçûna kultura demokratîk, hilsengandina demokrasîyê di civakê de dihê encamdan. Hokarê evê yekê jî ew e, ku kultura demokrasîyê biryarê li ser damezrandina welat dide. Wek nimûne jî:
1- Gelo desthilatdarî ji hukûmetê re hatiye dan û ew çawa ewê hukûmetê bi rê ve dibe?
2- Kî ne ewên ku desthilatdarî û berpirsyarî di hukûmetê de wergirtine?
3- Kê rê daye ewan alîyên civakê, ku beşdarîyê di prosesa siyasî û prosesa diristkirina biryarê de bikin?
4- Hevwelatî çawa berpirsyarîyê dixin ser milên ewan berpirsan, ewên ku wan dengên xwe dane wan?
Di bareya giringîya avakirina evê kulturê de û rola rewşenbîran a di biwarê avakirina evê kulturê de, Prof. Maykil Bitzer got: bi min weha ye, ku hem rewşenbîr û hem jî xelk, dikarin bingehek guncayî ji demokrasîyê re daynin. Pirsa serekî ew e, ku gelo hûn behsa ewî corê demokrasîyê dikin, ewê ku tê de hemû kes mafê dengdanê jê re heye û dengê wî jî li ser ewê siyaseta ku bi rê ve diçe û jê re demokrasîya pak dihê gotin bi bandor e? Yan hûn behsa demokrasîya komarî dikin, ku hemû kes dikare nûnerê xwe hilbijêre û ev nûnerana jî, dikarin paşê biryarên girêdayî neteweyê bidin? Wate bi awayekî berfireh, rewşenbîr weha dihê nasandin, ku ew bi karê hizirkirina (bîrkirina) rexnegirane radibe û ew wek kesekî taybetmend, di biwarekî ji biwaran de dihê pêşandan. Herweha, weha jî dihê pêşandan ku ew di biwarê guft û goyên li ser pirs û arêşeyên corane de, alîkarîya civaka xwe dike.
Wate Prof. Bitzer rola rewşenbîr weha dibîne, ku ew guft û goyên di bareya pirsên corane (cor bi cor) de dide pêş. Belê di vir de pirs ne weha ye. Heger kultura siyasîya demokratîk di civakekê de nebû, yan lawaz bû û ev dezgehên weha jî nebin, kultura siyasî demokratîk be yan na, dê rengvedana pozetîv û negatîv li ser çawanîya nerînên hevwelatîyan ên di bareya sistema siyasî de – wek dezgehên bi cihanînê, danîna qanûnan, dadwerî, partîyên siyasî, grûp û rêxistinên civaka sivîl – bibe û hebe. Ji evê jî bêtir, dê rengvedan li ser hemû prosesa siyasî û prosesa diristkirina biryara nava sistema siyasî jî hebe.
Wate ev şiroveya han ji me re dide nîşandan, ku nasandina kultura siyasî û avakirina kultura siyasîya demokratîk, ne karekî hêsan e. Di qonaxa veguhêza kultura siyasîya şoreşgerî de ya ku ber bi kultura siyasîya demokratîk ve diçe, erkekî gelek giring dikeve ser milên rewşenbîran de û divê ew li ser astê evî erkê giran û dîrokî, rola xwe ya çalak ji bîra nekin. Ev jî wate; ti sistemek demokratîk serkevtî nabe û nikare jî bimîne, heger kultura rexneyê, diyalogê, kêberîyê, milmilaneyê û hebûna gengeşeya nava raya giştî dirist nebin. Habermas gotiye: kultura rexneyê û guft û goya hevwelatîyan di bareya pirsên giştî de, hevwelatîyan digihînin navenda diristbûna biryarê.
Ev jî wate; dê hevwelatî jî di nava navenda diristkirina birayrê de bin û dê kar û bernameyên hukûmetê jî bihilsengînin. Ev jî, rengvedana cîgeh û bandora rewşnbîr a nava civakê ye, ku dibe palder û bizavê dixe nava raya giştî de û raya giştî jî dirist dike. Belê pirs ew e; çima rewşenbîr ewê cîgeha xwe di nava civakê de winda dike û nikare ewê rola xwe ya bi bandor bibîne? Ji bo bersivdana evê pirsê û bi taybetî jî di bareya rewşenbîrên rojhilata navîn de, hizirvanê Îranî Ramîn Cîhanbeglû yê li zankoya Torento ya Kanadayî di dîdarekê de bi mamostayê zanistên siyasî yê zankoya Heyfa, Şlomo Evenrî re got: hokarê evê çendê ew e, ku ew berhemên zanînê yên ku rewşenbîrên rojhilata navîn wan bi berhem dihînin, di nava ideyologiyên neguherî yên wek ideyologiya çepa Marksîst û ideyologiya siyasîya Islamî de bi kar dihînin.
Cîhanbeglû weha dibîne, ku dîyardeya ku Maks Veber jê re dibêje bê hêvîbûn ne ji nava dewletên Erebî û Islamî dest pê bûye. Heta ku ji bo verevandina ewê bê hêvîbûnê jî, dest bi prosesa rewşengerîyê û hişmendîyê bikin. Li angora wateyek din, prosesa rewşengerîyê û hişmendîyê ya Ewropa – wek çawa Maks Veber dibêje – ji bê hêvîbûna ji cîhanê dest pê kir. Ango; bê hêvîbûna ji ewê ideyologiya oldarî ya ku berî serdema rewşengerîyê hemû Ewropa vegirtibû. Evê yekê weha kir, ku rewşenbîr dest bi projeyên rewşengerîyê û hişmendîyê bikin. Wate; projeyê rewşengerîyê li Ewropa hîngê dest pê bû, dema ku rewşenbîr ji bin fermanên ideyologiya ewan serdeman derkevtin û li gel ragihandina serxwebûna xwe, banga rewşengerîyê jî hat dan. Amanuwel Kant di sala 1785 de û di gotareka xwe de ya bi navê rewşengerî çi ye bi evî awayî bersiva pirsa xwe dide: rewşengerî rizgarbûna mirov a ji ewê fermanê ye ya ku wî bi xwe bi ser xwe de sepandiye (ferz kiriye). Heger mirov xwe bixe jêr fermanê de, mirov nikare bê hevkarîya destê derve, jîrî û şiyanên xwe bi kar bihîne. Ji ber evê yekê ez dibêjim, ku ew fermana bi ser xwe de disepînin, ne ji ber ewê yekê ye ku ew kes ne jîr e, belê ew kes ne xwedîyê azadîya xwe ya temam e, da ku bikaribe bê hevkarîya derveyî jîrî û şiyanên xwe bi kar bihîne. Guh bidin min, tu aza be û jîrîya xwe bi kar bihîne, evaya banga rewşengerîyê ye.
Heger em bi hûrbînî li bersiva Kant a di bareya destpêka rewşengerîyê, nasandina rewşenbîr û rola rewşenbîr a nava civakê de binerin, em dê hest bikin ku ew serxwebûna rewşenbîr û rola wî ya di prosesa rewşengerîyê de, dike mercekî serekî. Her ji ber evê yekê, dema em li rewşenbîrên rojhilata navîn û rewşenbîrên welatê xwe jî dinerin, em dibînin ku ew hest bi rola xwe ya giring nakin. Kant dibêje xwe ji bin bandora evî alî û ewî alî derbixin û bawerîyê bi xwe bihînin, ku hûn dikarin bi jîrîya xwe tiştên nû bi berhem bihînin. Raya giştî ava bibizivînin (bi hereket bixin) û kultura siyasîya demokratîk di nava civakê de ava bikin. Cîhanbeglû bi aşkirayî dibêje, ku rewşenbîrên rojhilata navîn neşiyane (nikarîne) evê rola giring bibînin û hokarê evê neşiyanê jî di evan xalan de ye:
1- Li rojhilatê rewşenbîr bi xwe bûne alîkarên belavbûna ideyologiya çepa Marksîst û ideyologiya Islama siyasî.
2- Ev reftarên rewşenbîran bi xwe bûne egerê ku rewşenbîr ji civakê dûr bikevin û nifşek dirist bibe, ku hest bi bê hêvîbûnê bike û nikaribe pêngavan ji bo reformê û aştîyê bihavêje.
3- Ewa ji hemûyan xetertir jî, partîyên siaysîyên Islamî, partîyên çep û sekularîst di rojhilata navîn de, rewşenbîr bi kar anîne da ku part û rêxistinên xwe bi wan xurt bikin û di nava civakê de bi hêz bibin.
Ev xalên ku Cîhanbeglû wan dide nîşandan, ango rewşenbîrên rojhilata navîn negihijtine ewê qonaxa ku Maks Veber navê bê hêvîbûna ji cîhanê lê dike, ev hevoka han nahê ewê wateyê ku divê rewşenbîr ji cîhanê bê hêvî bin, belê bi ewê wateyê ye, ku rewşenbîr ji ewê yekê bê hêvî bin , ku ideyologiya – çi ideyologiya çep, an Islama siyasî yan jî sekularizim – guherînan di nava civakê de dirist bikin. Çime? Ji ber ku di civaka vekirî de ti ideyologiyek pîroz nîne. Ji ber evê yekê dema ku rewşenbîr bi xwe dibe hokarê belavbûna ideyologiyekê, xwe dike beşekî milmilaneya (şerrê) siyasîyê navbera partîyên siyasî û nabe palderê guft û go û gengeşeya nava raya giştî.
Di bareya rola rewşenbîr û cîgeha wî ya di civakê de, me pirs ji mamostayê sosiyolog ê li zankoya Wellesley Prof. Tomas Koşman kir. Tomas Wellesley sernivîskarê rojnameya Journal of Human Rights (Rojnameya Mafên Mirov) e jî û bi evî awayî bersiva me da: bi rastî.. rewşenbîr gelek caran di biwarê rewşa derveyî de xwe bilindtir didin xuyakirin û nakevin nava milmilaneyên siyasî de û weha didin nîşandan, ku siyaset karekî nizm e û ne giring e. Belê rewşa rast ew e, ku her dema derfet ji wan re dirist bibe, ew bi heman awayê siyasetmedaran reftarê dikin. Ango; ji alîyekî ve rewşenbîr banga ewê çendê dikin, ku ew bi ti awayî nakevin nava gendelîyê de, belê ewa ku dihê xuyakirin ew e, ku ew bi xwe gelek caran dibin zimanhalên partîyan û dibe palderê wan jî her heman (eynî) palderê ewan kesan be, ewên ku dikevin nava partîyên siyasî de û dixwazin desthilatdarîyê, pareyan û berpirsyarîyê bi dest ve bihînin.
Ev nerîna Tomas Koşman a di evê reportê de xeterek weha dibîne, ku rewşenbîr dibin zimanhalên partîyên siyasî. Ji ber evê çendê me dîsan jê pirs kir û me got; gelo rola rasta rewşenbîran çi ye? Koşman jî bersiv da û got: heger em li ezmona welatên rojhilata Ewropa binerin û jê bipeyivin, an jî em li welatên piştî herrifîna komonizmê binerin, em dikarin weha bidin nîşandan, ku li serdema desthilatdarîya takane (yekdarî) rola rewşenbîran ji dijberîyê û serhildana li dijî diktatoriyyetê pêk dihat. Belê piştî nemana ewê desthilatdarîya sitemkar û piştî destpêkirina prosesa demokratîzekirinê, rola rewşenbîran hat guhertin û êdî rewşenbîr armancên prosesekê dîyar dikin û didin xuyakirin, ka dê civaka nû çawa be û civaka sivîl bi çi awayî kar bike. Bi tevî ku di evê bareyê de nerînên cuda di nava rewşenbîran de hene.
Wate erkê rewşenbîr girêdayî dijberîkirina ewan rewş û dîyardeyên xerabên nava civakê ye. Wek çawa Prof. Koşman behsa dewletên postkomonîst û Ewropaya rojava jî kiriye. Rast e li serdema komonizmê erkê rewşenbîr ew bû, ku li dijî sistema siyasî be û xelkê ji bo herrifandina sistema diktatorî pal bide, belê sistema demokratîk herrifî û prosesa demokratîk dest pê bû. Kar û armancên rewşenbîr dihên guherandin û ber bi avakirina kultura demokratîk û pêşvebirina sistema demokratîk ve diçe. Di bareya evê pirsê û rola rewşenbîr de ya di prosesa demokratîk de, Prof. Rikardo Larimawnt di evê reportê de weha dibêje: ez weha dibînim, ku erkê serekîyê rewşenbîran ew e, ku rê nedin pîkolên demokratîk an bizavên demokratîk, tenê girêdayî grûpên siyasî bin. An jî girêdayî ol û grûpên oldar û neteweperestan bin. Belê divê armanca rewşenbîran ew be, ku ew kar ji bo amêtebûn (têkilbûn) û hevgirtina hemû grûp û pêkhatan bikin. Ji ber evê çendê, divê rewşenbîr di evê bareyê de rola xwe ya çaverêkirî bibînin.
REXNEYA REWŞENBÎRAN NE LASAYÎKIRINA IDEYOLOGIYA PARTÎYÊN SIYASÎ YE
Rexneya rewşenbîran a di nava civaka demokratîk de, ne wek ewê daxwaza serdarên popolîst e, ku cîhanê tenê reş û sipî dibînin. An jî ewqas bê hêvî ne, ku li dijî dezgehên nava sistema demokratîk in. Di ewan welatan de yên ku wek welatên me ne, xetera popolîstan bi aşkirayî di nava civakê de dîyar e û xelk gihijtine ewê qena`etê, ku popolîst doz û daxwazên xelkê dikin şiva rê û pê digihêjin desthilatdarîyê û prosesa demokratîk jî nahêlin. Di bareya rexneyên rewşenbîran de da ku têkilî daxwazên popolîstan nebin, Prof. Tomas Koşman bi evî awayî peyivî: hîngê xeter çê dibe, dema ku popolîst bang dikin û dibêjin, ku ew dê armancên xelkê pêk bihînin û xizmeta berjewendîyên xelkê bikin, belê di heman demê de ew bi xwe xelkê dikin pir û bi wan xwe digihînin desthilatdarîyê. Wek çawa di serdema Soviyet de me dît. Dibe em bikaribin weha bibêjin, ku Seddam Huseyn jî her bi evî awayî reftar dikir. Belê cudayîya rewşenbîran ew e, ku ew pîkolan dikin û xelkê pal didin û berê xelkê didin pêkanîna armancên xelkê û dixwazin demokrasî li pêş bikeve.
Her di evê çarçêweyê de û di bareya ezmona Nikaraguwa de, ku ji ber popolîzmê dinaliya û rexne dihatin girtin da ku daxwazên xelkê pêk bihên, mamostayê zanistên siyasî li zankoya North Teksas Prof. John Boss ê ku bi taybetî di biwarê demokrasîya Amerîkaya Latînî de kar dike, ji evê reportê re weha peyivî: ewa ku girêdayî evê nerînê û têgihînê ya di bareya popolîzmê de ye ew e, ya ku li Nikaraguwa û gelek welatên Amerîkaya Latînî heye, du alîyên wê yên dîyar an du rehendên (dûrahîyên) popolîzmê hene. Rehendê yekem tê de demokrasîya cemawerî ya hevwelatîyan heye û ev li derveyî karê dezgehan e, ku ew dezgeh dadgeh bin an desthilatdarîya qanûnê be. Rehendê duyem jî cîhanê tenê reş û sipî dibîne û bi xêr û şerr ve ye.
Ewa ku Prof, Boss di evê reportê de dide xuyakirin armanca popolîstan e, ku çawa karê dezgehên demokratîk dişkînin. Belê erkê rewşenbîr xurtkirina dezgehên nava sistema demokrasîyê ye. Di bareya rola rewşenbîr de ya di evî biwarî de û ji bo xurtkirina dezgehên civaka demokratîk, mamostayê qanûnê yê li zankoya NewDelhî yê li Hindistanê Prof. Iqbal Huseyn ji evê reportê re weha da xuyakirin: bi rastî rexnegirtin rolek giring di biwarê xweşkirin û pêşvebirina karê hukûmetê de dibîne, ku divê rewşenbîr di evê bareyê de herdem bi rêya rexneyan pîkolan bikin, da ku tiştên nedirist dîyar bikin û pêşinyarên başkirin û pêşvebirinê pêşkêş bikin. Di heman demê de nabe rewşenbîr di nava evê rola xwe de pîkola bi destxistina sûdên siyasî bike. Mebesta min ew e, ku divê ew ne alîgir be û rexneyan li her grûpeka siyasî bigire, dema ku ew grûp şayesteyê (layiqê) rexneyê be. Min berî niha jî dabû nîşandan, ku divê rewşenbîr rola xwe bibînin û pêşinyar û rasipartinên pêwîst ji bo pêkhatina hukmek baş pêşkêş bikin û da ku peywendîyên welatê wan û welatên dinên cîhanê jî, bi hev re xweş bibin û da ku rewşa navxweyî jî baş bibe. Wate ew dikarin di evê bareyê de rolek giring bibînin. Bi vajîyê evê çendê karekî ne dirist e heger alîgirîya siyasî bikin û tenê rexneyê li alîyekî siyasî bigirin. Rewşenbîr dikarin rola xwe ya giring pêk bihînin. Ew jî bi rêya nîşandana ewan siyasetan, ewên ku di xizmet û berjewendîya xelkê û welat de ne û rexneyan li ewan siyaset, kar û bernameyan bigirin, ewên ku ziyanê digihînin berjewendîya xelkê.
Wate ewa ku ev pisporên deverên corane û cudayên cîhanê didin nîşandan ew e, ku divê rewşenbîr serbixwe be û rexneyên xwe li hemû alîyan bigire û xwe jî girêdayî alîyekî siyasî neke. Di bareya ewan biwaran jî de yên ku divê rewşenbîr di nava civakê de kar li ser wan bike, pisporê dîrokê yê li zankoya Bostin Prof. Çarlz Kaper di evê reportê de weha got: gerek her guft û goyeka bi cih a di bareya rola rewşenbîran de, li ser bingeha kultura demokrasîyê bihê pêşkêşkirin. Ez gelek şad im, ku hûn û hevalên xwe weha dizanin, ku dê bersivên min ên di evê bareyê de bi sûd bin. Mixabin.. dema min kêm e, ji ber ku ez dê tenê çend tiştên kêm di evê bareyê de bibêjim. Her piştî çêbûna mizgotina siyasîya demokratîk a piştî şoreşa Fransa û Amerîka, pirranîya biryarên siyasîyên xuyanî, pirsa girêdayî dijwarîya navbera liberalizmê an jî giringîya serekîya azadîya kesane û demokrasîyê – ku di vir de demokrasî bi wateya beşdarîkirina xelkê û bi taybetî çînên xwarê, di nava prosesa nûnerînîya hukûmetê de ye – kirine mijara serekîya berdewambûna ewê mizgotinê. Rola rewşenbîran giring e, da ku evê pirsê bikin pirseka avakar û ne wêrankar. Ji alîyekî ve hinek caran rewşenbîr li derveyî berjewendîyên taybetî – an jî li derveyî ideyologiya ewan kesan, ewên ku nûnerîya çînên serdest dikin – kar dikin. Gelek caran rewşenbîr girêdaneka ideyalî li nik wan heye, ku jêderê evê girêdanê diristkirina astan û ezmon û dahînan e. Ew girêdayî hizireka rexnegirane û lêkolîneka azad in. Ev jî weha li wan dike, ku herdem çavên wan vekirî bin û herdem haya wan ji ewan alîyan hebe, ewên ku gefê li wan dikin û dikevin pêşîya wan de. Ew alî jî çi bijarte bin an jî ji nava xelkê bin. Ji evê jî bêtir, rewşenbîr dikarin roleka vebirr û yekalî di biwarê rexnegirtinê û buhayên wê de di nava dezgehên ragihandinê de bibînin. Di dawî de, rewşenbîr dikarin sermayeyeka kulturî bi berhem bihînin, da ku em bikaribin pê li beramber popolîstan birawestin û bi taybetî li ewan cihan, ku dezgehên demokratîk tê de hîna lawaz in.
Prof. Çarlz dihêle ku rewşenbîr di rûyê alîyên veşartîyên popolîzmê de biraweste û ev erkê wî be. Evaya bi taybetî li ewan welatan, ewên ku hîna dezgehên wê yên demokratîk lawaz in û popolîst dikarin bi hêsanî bi ser wan de zal bibin. Ev jî ji ber ewê yekê ye, ku heger rewşenbîr pîkolan neke û rexneyên xwe ji daxwazên popolîstan cuda neke, dê rexneyên wî bikevin xizmeta popolîstan de û dê sistemên dezgehên demokratîk jî lawaz bibin. Di heman demê jî de, dê rol û cîgeha rewşenbîr jî di nava civakê de winda bibin.

Veguhaztin ji K-Jêrî: Kalo Kalo
Top