• Friday, 19 April 2024
logo

Ji Serok Barzanî wesiyeta bo Nêçîrvan û Mesrûr Barzanî

Gulan Media November 6, 2022 Nûçe
Ji Serok Barzanî wesiyeta bo Nêçîrvan û Mesrûr Barzanî

 Serok Barzanî di dawiya kongreya 14an a PDKê de ragihand, “Min û Îdrîs me wesiyeta Barzanî pêk anî. Nêçîrvan Barzanî û Mesrûr Barzanî, dê wek min û Îdrîs bin û ez heman wesiyeta ku Barzanî (Mele Mistefa Barzanî) li min û Îdrîs kir, li wan dikim.”

Kongreya 14an a Partiya Demorkata Kurdistanê (PDK) ku roja 3ê Mijdara 2022an li bajarê Duhokê dest pê kiribû, îro bi ragihandina navên endamên Komîteya Navendî dawî bi karê xwe anî.

Di dawiya kongreyê de Serok Mesûd Barzanî gotarek pêşkêş kir.

Serok Barzanî di gotara xwe de ragihand, “Min û kek Îdrîs, ew birayê min ê mezin e, me bi rih û can wesiyeta Barzanî pêk anî. Wê rojê jî ku min Nêçîrvan (Barzanî) pêşniyar kir û wî jî Mesrûr (Barzanî) pêşniyar kir, ev peyameke zelel û aşkere ye ku ew jî dê wek min û Îdrîs bin. Ez daxwaza serkeftinê bo wan dikim û heman wesiyetê li wan dikin ku Barzanî li min û Îdrîs kir.”

Di beşeke din a axaftina xwe de Serok Barzanî pîrozbahiya serkeftina kongreya 14an a PDKê li hemû endam û alîgirên PDKê û nûnerên beşdar di kongreyê de kir.

Serok Barzanî herwiha amaje bi pirsgirêkeke mezin û ciddî di kongreyê de kir û got, “Pirsgirêkek mezin heye û desthilat bidin min daku çareser bikim. Ez dibînim ku ti bira yan xûşkeke Êzidî di nava lîsteyê (lîsteya endamên komîteya navendî) de nîne, ev valahiyeke mezin e û divê were çareserkirin. Heta eger zêde ligel rêziknameyê jî nebe, daxwaz dikim desthilatê bidin min daku vê pirsgirêkê çareser bikim, çimku hem serbilindî ye bo PDKê, serkeftine bo PDKê û serkeftin e bo gelê Kurdistanê.”

Li ser wan gotinan, endamên kongreyê razîbûna xwe li ser daxwaza serok Barzanî nîşan dan daku ji civaka Kurdên Êzidî jî di nava Komîteya Navendî ya PDKê de endam hebin.

Bi gotina Serok Barzanî, karê sereke û erkê giran ji niha û pê de dest pê dike. Barzanî got, “Divê gelek bi ciddî em mijûlî birêxistinkirina dezgehên partiyê bin û bi îzna xwedê em dê wê yekê bikin. Divê em pir bi ciddî çavdêriyên karên li gel Bexdayê û rêkeftina bi aliyên din re bikin daku were cîbicîkirin, ji bo wê jî xebatek zêde pêwîst e. Bi îzna xwedê em dê mijûl bin û di asta baweriya we de bin.”

Di dawiya gotara xwe de, Serok Barzanî spasiya hêzên ewlekariyê, polîs û asayiş û dije terorê, xelkê Duhokê û herwiha dadweran û komîsyona hilbijartinan a Iraqê kir.

 

Rudaw

Top