• Friday, 29 March 2024
logo

Kanada hevkarî û piştîvaniya herêma Kurdistanê dike

Gulan Media October 30, 2022 Nûçe
Kanada hevkarî û piştîvaniya herêma Kurdistanê dike

Serokwezîr li gel balyozê Kanadayê yê li Îraqê civiya.

Îro Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwaziya balyozê Kanadayê yê li Îraqê kir û piştî civînê jî Serokwezîr derbarê naveroka civînê de wisa nivîsand;

Îro me pêşwaziya balyozê Kanadayê yê li Îraqê birêz Gregory Galligan kir.

Di civînê de me giftûgo derbarê rewşa giştî ya Îraqê ya piştî ava kirina hikûmeta nû û pêşde birina têkiliyên navbera herêma Kurdistan û Kanadayê kir.

Di vê derbarê de me balkêşande ser vê yekê ku, piştî ava kirina hikûmeta nû ya federalî li Îraqê, derfetek derketiye holê bo ku, hikûmet bi hevkariya tevahiya aliyan, xizmeta tevahiya pêkhateyan bêyî cudatî bike, herwiha kêşeyên navbera herêma Kurdistan û hikûmeta federalî jî bi awayeke mayinde û li ser esasê destûrê û pêbend bûn bi pirensîbên hevbeşiya rastîn, hevsengî û lihev kirinê çareser bike.

Balyozê Kanadayê Gregory Galligan jî stayîşa reformên kabîneya 9an ya hikûmeta herêma Kurdistanê kir bi taybetî reformên di warê abûrî û dîcîtalîzekirina xizmetgozariyên giştî û gav avêtin ber bi desthilatdariyeke dîcîtalî û amadebûna welatê xwe jî bo pêşkêş kirina her cure hevkariyeke pêwîst di vê warî de diyar kir.

Girîngiya parastina asayîş û aramiya herêma Kurdistan û Îraqê, deverê bi giştî û ji navbirina her cure kareke terorîstî, bandorên nerênî yên guherîna keş û hewayê li ser jiyana xelkê beşeke din bûn ji giftûgoyên civîna me.

Top