• Wednesday, 01 May 2024
logo

Mehmûd Osman: PYD xelete rê li Pêşmergeyên Roj digre!

Mehmûd Osman: PYD xelete rê li Pêşmergeyên Roj digre!
Siyasetmedarê kurd ragehand, PYD (Partiya Yekitiya Demokratîk) ku baskê PKKê yê Sûriyê ye, xelete rê li Pêşmergeyên Roj digre.

Îro 29.12.2018ê siyasetmedarê navdar ê Kurdistanê Mehmûd Osman ji BasNewsê re ragehand: ‘’Mafê ti kesê nîne rê li Pêşmergeyên Roj bigre ku ew jî kurdên Sûriyê ne û mafê wan e bergiriyê li axa xwe bikin. PYD xelete rê li wan digre û ev tiştekî xirab e. Herwaha xelete li gel ENKSê rêknakeve, divê li gel wan jî rêkbikeve. Êdî ez nizanim xeletiya kî ye û lê divê rêkbikevin.’’

Derbarê razîbûna PYDê ya vegera hêzên rejîma Sûriyê bo Minbîcê jî got: ‘’Amerîka, Rûsya, rejîma Esed û Îran li Sûriyê hene. Amerîka naha dibêje ez derdikevim. Êdî Rûsya û Esed dibin xwedî rola serekî. Li gor Rûsyayê pêwîste Esed biçe wan navçeyan ne Tirkiye. Diyare cemaeta PYDê jî li gel Esed peyvendî û guftûgoya wan heye û li gel Rûsyayê jî peyvendiya wan heye. Dibe rêkeftinek hatibe kirin ku hêzên Esed vegerin wan navçeyan, wê deme Rûsya jî dê ji hêzên Tirkiyê re bibêje hikûmeta Esed li wan deveran e.’’

Mehmûd Osman got: ‘’Nabe kurd li gel kurd xwedî nakokî be, divê li gel ENKSê rêkeftina wan hebe û Pêşmergeyên Roj jî rêkeftina wan hebe û berevaniyê li xwe bikin û bikarin di axa Sûriyê de hin maf an bidest bînin.’’

Herwaha got, pêwîste kurdên Rojavayê Kurdistanê di nav xwe de hewl bidin çareseriyekê ava bikin bê ku destwerdana derve hebe. Vekêşîna Amerîkayê ji Sûriyê kareke ne exlaqî ye û rexne li PYDê kirin û got: ‘’Ne dibû li navçeyên ereban ên wek Reqa û Dêrezorê şer li dijî DAIŞê bikin.’’ Û got: ‘’Ew di vê derbarê de ji vî alî ve nezan bûn.’’

Basnews
Top