• Saturday, 06 July 2024
logo

Nivîskara Kurd li Almanyayê koça dawî kir

Gulan Media August 26, 2018 Hunerî
Nivîskara Kurd li Almanyayê koça dawî kir
Nivîskar û rewşenbîra Kurd Rûxoş Elî, ku xwişka nivîskarê navdar Bextiyar Elî ye, li Almanyayê koça dawî kir.



Sekretera Giştî ya Encûmena Bilind a Karûbarên Xaniman a Herêma Kurdistanê Pexşan Zengene ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku "Nivîskar û rewşenbîra Kurd Rûxoş Elî ji ber nexweşiyekê li welatê Almanyayê koça dawî kir. Rûxoş Xan nivîskar û rewşenbîreke navdar a Kurd bû, bi koça wê jî, mixabin Kurdan nivîskareke çalak ji dest dan.”



Pexşan Zengene herwiha diyar kir: "Em çaverê dikin ku heta çend rojan termê nivîskara Kurd bigihîje Herêma Kurdistanê.”



Rûxoş Elî di sala 1957an de jidayîk bûye û xwişka nivîskarê navdar Bextiyar Elî ye. Rûxoş Elî di nivîsên xwe de giringî daye mijarên netewî û jinan. Çendîn nivîs û babetên wê yên belavkirî hene. Korew û Yadewerî (Koç û Bîranîn), Zîwî Beyanî (Zîvê Sibehê), Le Nêwan Jehr û Umêd da (Di Navbera Jehr û Hêviyê de), Jinanî Şax (Jinên Çiya) navên çend pirtûkên wê yên çapkirî ne.

Rudaw
Top