• Tuesday, 23 April 2024
logo

Serok Barzanî: Destûr nehat dayîn ku îradeya gelê Kurdistanê bê paşguhkirin

Gulan Media October 13, 2022 Nûçe
Serok Barzanî: Destûr nehat dayîn ku îradeya gelê Kurdistanê bê paşguhkirin

Serok Mesûd Barzanî peyamek li ser hilbijartina serokomarê nû yê Iraqê belav kir û got, “Destûr nehate dayîn ku îradeya gelê Kurdistanê bê paşguhkirin.”

Baregeha Barzanî, peyama Serok Barzanî ya li ser proseya siyasî ya Iraqê û hilbijartina serokomariya Iraqê belav kir û got, “Ji dema ragihandina encamên hilbijartinan di Cotmeha sala borî de heta niha gelek hewl hatine dayîn ku îrade û mafên gelê Kurdistanê werin binpêkirin û kesekî li derveyî lihevkirin û îradeya gelê Kurdistanê wek serokkomar ferz bikin.”

Di beşeke din a peyamê de hat gotin, “Lê ev hewldan bi ser neketin û destûr nehat dayîn ku îradeya gelê Kurdistanê bê paşguhkirin.”

Serok Barzanî anî ziman, “Ji bo me prensîb her tim ji meqam û pile girîngtir e û di dawiyê de jî ev prensîb bi ser ket ku nabe ti kes li ser îradeya gelê Kurdistanê bê ferzkirin û bibe serokkomar.”

Serok Barzanî di peyama xwe de hêvî kir ku gavên bê yên proseya siyasiya Iraqê xizmeta berjewendiya Iraqa Federal û Herêma Kurdistanê bike û keşûhewayeke nû jiyana siyasî bigire û dawî li pirsgirêk, asteng û krîzên berê were.”

Baregeha Barzanî di daxuyaniyeke din de ragihand, îro Pêncşemê Serok Barzanî bi telefonê pîrozbahî li Serokkkomarê nû yê Iraqê Letîf Reşîd kir û hêvî kir ku “proseya siyasî derbasî qonaxeke nû û erênî bibe.”

Di daxuyaniya Baregeha Barzanî de hat gotin, Serok Barzanî hêvî kir ku “proseya siyasî ya Iraqê derbasî qonaxeke nû û erênî bibe.”

Hilbijartinên serokkomariya Iraqê îro Pêncşemê 13ê Cotmeha 2022an hatin kirin û di encamê de Letîf Reşîd bi 162 dengan wek Serokkomarê nû yê Iraqê hat hilbijartin, berbijêrê YNKê Berhem Salih jî 99 deng bi dest xistin, 8 deng jî nehatine qebûlkirin.

269 parlementer beşdarî gera duyem a hilbijartina serokomariya Iraqê bûn. Li gorî gera yekem, dengên Letîf Reşîd zêde bûne û dengên Berhem Salih jî wek xwe mane.

Di gera yekem de 282 parlamenter beşdarî rûniştina parlamentoyê bibûn û Letîf Reşîd 157 û Berhem Salih jî 99 deng bi dest xistibûn.

Serokkomarê nû yê Iraqê Letîf Reşîd kî ye?

Serokomarê nû yê Iraqê Letîf Reşîd;

- Di sala 1944an de li Silêmaniyê ji dayîk bûye.

- Di sala 1968an de, li Zankoya Liverpoolê beşa endezyariya şaristaniyê qedand.

- Di sala 1976an de li Zankoya Manchesterê doktora xwend.

- Li Yemenê û Erebistana Siûdiyê rêveberê projeya xorak û cotkariyê FAO bû.

- Endamê Encûmena Rêveber a Kongreya Nîştimanî ya Iraqê (INC) bû.

- Di sala 1986an de nûnerê Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê yê Brîtanyayê bû.

  • Di sala 2004an de bû Wezîrê Çavkaniyên Avê yê Iraqê.

Rudaw

Top