• Saturday, 20 April 2024
logo

Serok Barzanî li gel balyozê Tirkiyê li Iraqê civiya

Gulan Media October 10, 2022 Nûçe
Serok Barzanî li gel balyozê Tirkiyê li Iraqê civiya

Serok Mesûd Barzanî îro 9ê Cotmeha 2022an, pêşwazî li Balyozê Tirkiyê li Iraqê Elî Riza Gunay kir.

Di civînê de rewşa siyasî ya Iraqê, pêngavên dawî yên pêkanîna hikûmeta nû, reşnivîsa ku di navbera aliyên Kurdistanî, Sune û Çarçoveya Hevahengiya de li ser bingeha destûrê hatiye amade kirin, hat gotûbêjkirin.

Peywendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Tirkiyê de, mijareke din a vê hevdîtinê bû û tekez li ser pêşxistina pêwendiyên aborî û bazirganî hate kirin.

Top