• Saturday, 06 July 2024
logo

Ji ber navê Kurdistanê ceza dan Zarok TV

Ji ber navê Kurdistanê ceza dan Zarok TV
Saziya Bilind a Radyo û Televîzyonê ya Tirkiyê (RTUK) ji ber du stranan ceza da yekem kanala zarokan a Bakurê Kurdistanê Zarok TV.



Zarokekê li ser ekranên Zarok TV di 17ê Adarê de strana "Gula min Cizîra Botan e" gotibû û RTUK ev stran wergerandiye zimanê Tirkî û gotinên "Serhildana Nisêbînê" û "Roj hilatiye li Kurdistanê" di raporta xwe de destnîşan kirine. Herwiha di bernameyeke 20ê Adarê de jî zarokekê starana "Kurdistan pir şîrîn e" gotiye.



Di raporta RTUKê de hatiye gotin ku di stranan de pesnê erdnîgariya ku navê "Kurdistan" lê kirine û ji aliyê Komara Tirkiyê ve nayê qebûlkirin didin.



Herwiha hatiye gotin ku "bernameya ku ji aliyê naverokê ve li gor xizmeta armanca rêxistina terorê hatiye amadekirin, zarokan jî tevlî vê armancê dikin û propaganda bikin".



RTUKê bi hinceta prensîpa xwe ya "nabe pesnê terorê were dayîn û were teşwîqkirin, nabe rêxistinên terorê bihêz an jî mafdar nîşan bide", cezayê "wergirtina dahatên reklaman ji sedî 2 heta 5" da û cezayê "5 car rawestandina bernameyê" lê birrî.

Rudaw
Top