• Saturday, 06 July 2024
logo

Dengbêjê ‘Heyran Jaro’ koça dawî kir

Dengbêjê ‘Heyran Jaro’ koça dawî kir
Yek ji dengbêjê navdar ê herêma Botanê Fadilê Cizîrî ji ber nexweşiya parkînsonê koça dawî kir.



Fadilê Cizîrî ew demekê dirêj bû bi nexweşiyaa parkînsonê ketibû û li navçeya Cizîrê ya Şirnexê dihat dermankirin.



Nexweşiya Fadilê Cizîrî îro danê sibê li malê wî lê giran bû û di rêya nexweşxaneyê de nefesa xwe ya dawiyê da û li goristana Taxa Yafesê sipartin axê.



Cizîrî herî zêde bi strana “Heyran Jaro” dihat naskirin.



Fadil Cizîrî di sala 1962yê de li gundê Salatûnê yê ser bi navçeya Silopiya ya Şirnexê ve ji dayîk bûye.


Rudaw
Top