• Saturday, 06 July 2024
logo

Fransa navenda çand û hunerê li Rojavayê Kurdistanê ava dike

Fransa navenda çand û hunerê li Rojavayê Kurdistanê ava dike
Li bajarê Amûdê navenda çand û hunerê ya Fransa tê avakirin, berpirsê komîteya serpereştiyar jî dibêje, dê zêdetirî 300 hezar dolar li vê projeyê bê xerckirin.



Ev proje bi piştevaniya hikûmeta Fransa û bi serpereştiya Desteya Çand û Hunerê ya Rêveberiya Xweser li Kantona Cizîrê tê bicihkirin.



Hevseroka Desteya Çand û Hunerê ya Kantona Cizîrê, Bêrîvan Xalid ji Tora Medyayî ya Rûdawê re da xuyakirin, ku bi awayekî berdewam Fransa piştevaniya Rojavayê Kurdistanê dike.



Serokê komîteya cîbicîkirina projeyê, Ebdilezîz Ibrahîm ji Rûdawê re got, ku dê zêdetirî 300 hezar dolar li vê projeyê bê xerckirin.



Ebdilezîz Ibrahîm diyar kir, ku wan karên seretayî û bibgehîn ên avahiya wê projeyê temam kirine.



Şaredariya Amûdê jibo cîbicîkirina projeyê, zewiyek bi rûberê 16 doniman pêşkêşî wê projeyê kiriye.



Berî du salan rêkevtina cîbicîkirina wê projeyê hatibû avakirin. Ev proje ji heft avahiyan pêktê, ku beşên zanîngehê û holên sînema û şano û holên werzişê li xwe digre.

Rudaw
Top