• Friday, 26 April 2024
logo

Nêçîrvan Barzanî û Mistefa Kazimî bombebaranên li ser Herêma Kurdistanê gotûbêj dikin

Gulan Media October 3, 2022 Nûçe
Nêçîrvan Barzanî û Mistefa Kazimî bombebaranên li ser Herêma Kurdistanê gotûbêj dikin

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî civiyan û her du aliyan guftûgo li ser bombebaranên li ser Herêma Kurdistanê kirin.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro 3ê Cotmeha 2022an pêşwazî li Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî kir.

Li gorî daxuyaniyeke Nivîsgeha Ragihandinê ya Serokwezîrê Iraqê, di civînê de dawî pêşhatên proseya siyasî ya Iraqê, hewlên Hikûmeta Federal a Iraqê û Herêma Kurdistanê ji bo nêzîkkirina aliyên siyasî û parastina aştiya navxweyî gotûbêj kirin û tekezî li wê kirin ku guftûgo riya tekane ya gihîştina çareseriya pirsgirêkan e.

Diyar kir jî, dawî pêşhatên ewlehiyê û aramanckirina çend cihên Herêma Kurdistanê, mijareke din a civînê bû û her du aliyan tekez kiriye ku divê rêz li serweriya Iraqê bê girtin û red kirine Iraq bibe meydana yekalîkirina nakokiyên herêmî, herwiha tekez kirine ku Iraq û Herêma Kurdistanê pabendî peywendiyên dostane yên bi welatên cîran re ne û pabend in bi wê yekê ku axa Iraqê nebe çavkaniyê gefê bo ser wan welatan.

Di daxuyaniyê de hat jî, “Her du aliyan tekez kirin ku xwîn û giyanê welatiyan û parastina xwepêşanderan li hemû Iraqê û her wiha parastina mal û milkên taybet û giştî, daxwaz û armancên hevbeş in û divê hemû hevkariya hêzên ewlehiyê dikin ji bo cibicîkirina erkên wan û parastina asayiş û aramiya welat.

Top