Serok Barzanî li gel Serokwezîrê Îraqê civiya
![Serok Barzanî li gel Serokwezîrê Îraqê civiya](https://gulanmedia.com/public/images/posts/20221003182950_original_21.jpg )
Mistefa Kazimî îro hatibû Hewlêrê.
Îro li Pîrmamê Serok Barzanî pêşwaziya Serokwezîrê Îraqê Mistefa Kazimî kir.
Di civînê de her du aliyan nêrîn û ramanên xwe yên derbarê rewşa siyasî ya Îraqê û pêşhatên dawî yên di nava prosesa siyasiya Îraqê de anîn ziman û tekez li ser girîngîdana aliyên siyasî bi diyalog û jihev fêmkirinê kirin.
Di berdewamiya civînê de giftûgo li ser metirsiyên ewlekarî û hemahengiya navbera herêma Kurdistan û Îraqê de bi taybetî di warê rûbirû bûna terorê û dabîn kirina aramiya Îraqê hate kirin.