• Saturday, 06 July 2024
logo

Fîlmeka kurdî li Îtaliyayê xelata baştirîn fîlm stand

Fîlmeka kurdî li Îtaliyayê xelata baştirîn fîlm stand
Fîlma derhênerekî kurd di festîvala navdewletî ya fîlman de li Îtaliyayê xelata baştirîn fîlm stand.

Festîvala navdewletî ya fîlman ya bi navê “Truck Cinematography”, di navbera 26-30 Hezîrana îsal li Îtaliyayê hat lidarxistin. Di wê festîvalê de fîlma bi navê “Ailan” (Aylan) ya derhênerê kurd Cibrayîl Ebûbekir jî hat nîşandan.

Cibrayîl Ebûbekir li ser fîlma xwe ji BasNewsê re got, fîlma min di festîvalê de xelata baştirîn fîlm stand.

Li ser çîroka fîlmê jî Cibrayîl got, ji ber şerê Sûriyê Aylan bi malbata xwe re diçe Tirkiyê. Ew dixwazin bi rêya deryayê re derbasî Ewropa bibin lê rastî hêrsa pêlên avê tên. Aylan dibe qurbanî.

Derhêner Cibrayîl Ebûbekir sala 1983 liHewlêrê ji dayîk bûye, ji sala 2001 ve dest bi sînemayê kiriye û heta niha nêzîkî 40 kurtefîlm û 13 fîlmên dirêj çêkiriye.

Basnews
Top