Hozan Canê hate girtin
![Hozan Canê hate girtin](https://gulanmedia.com/public/old_images/articles/hozan-cane.jpg )
Saîde Înanç ku di nava Kurdan de wekî Hunermend Hozan Canê tê naskirin li bajarê Edîrneyê li bajarokê Enezê ji aliyê polîsên dijîterorê ve bi tohmeta ku ser medayaya sosyal bangeşeya PKKê kiriye hate girtin.
Hozan Canê piştî ku li Asayîşa Edîrneyê lêpirsîn derbarê de hate kirin, polîsan ew birin dadgehê.
Hozan Canê xelkê Bakurê Kurdistanê ji bajarê Erziromê ye. Herwiha welatiyê Almanyayê ye û ji bo piştgirîkirina xebatên hilbijartinê ya HDPê hatibû Edîrneyê.
K24