• Saturday, 06 July 2024
logo

Selma Misrî: Bi rêya drama em ê Kurdistanê binasînin

Selma Misrî: Bi rêya drama em ê Kurdistanê binasînin
Selma Misrî aktora navdar a Sûriyeyî ye û bi dehan rêzefîlman de lîstiye. Selma Misrî ligel çend aktor û berhêmhênerê din ê Sûriyeyî serdana Herêma Kurdistanê kir. Di dema borî de wê bi eşkere piştgirî dida Serokê Sûriyê Beşar Esed û niha jî hevsozê Esed e û wî wek “Serokê bêwêne yê Rojhilata Navîn” binav dike.

Selma Misrî di vê hevpeyvînê de ji Rûdawê re behsa kar û çalakiyên xwe, herwiha rewşa welatê xwe û bandora wê ya li ser karê rêzefîlm û dramayan kir.

Ev yekemîn car e tu hatî Kurdistanê, dibêjin hûn dê li vê derê dîmen û wêneyên rêzefilman tomar bikin, gelo rast e?

Belê, ev yekemîn car e ez tême Kurdistanê, ev serdan li ser vexwendina sermayedarekî Sûriyeyî û bi hevkariya çend rojnamevanan pêk hat. Di vê serdanê de me li gel xelkê hêja û giranqedir hev nas kir. Dixwim vê yekê eşkere bêjim ku ez li vê derê qet hest bi xerîbiyê nakim. Wisa hest pê dikim ku li Sûriyê me. Plana me heye di paşerojê de li Kurdistanê jî dramayên Sûriyê çêbikin. Di rastiyê de em ji bo vê hatine, weke çawa di dema borî de me li Îmrat û Lûbnanê kir, dixwazin heman awayî li Kurdistanê jî bikin.

Eger ev plan serkeftî be, giringiya wênegirtina dramayan ji bo Kurdistanê dê çi be?

Hûn jî dizanin dramayên Sûriyeyê bihêz in û xelk jê hez dike. Em dikarin bi rêya rêzêfilman çand, ciwanî û bihevre jiyana vî welatî nîşan bidin. Drama dikarin welatekî yan jî navçeyekî diyarkirî pir bi başî bide naskirin. Heman plana me ji bo Kurdistanê jî heye. Bi rastî piştî vê serdanê nêrînên min ên derbarê Kurdistanê de bi temamî hatine guhertin. Berê ez li piraniya bajarên Iraqê geriyebûm lê ev yekemîn car e têm Kurdistanê.

Rewşa Sûriyê û şerê li vî welatî bandor li rêzefîlman jî kiriye. Tu jî wiha dibînî?

Bêguman ez jî wisa dibînim. Bila ji bîra me dernekeve ku ev çendîn sal e em di şer de ne. Şerekî wisa ye ku li tevahiya cîhanê mînaka wî nîne. Ji bo tomarkirina dîmenên dramayan pêwîstî bi herêmeke berfireh heye lê niha ji ber hebûna gelek çekdaran û nearamiyê, li Sûriyê ji bo tomarkirina dîmenan jî gelek cîh nemane. Bi tevê vê yekê jî me berdewam kir û karê xwe kir. Raste bandor kir lê berhemanîna rêzefîlman jî nesekinî.

Dibêjin di hilbijartina rolên rêzefîlman de tu xwedî karaktereke giranî, mercên te yên beşdarbûna dramayan çi ye?

Li ba min senaryo pir giring e. Divê ez kesayeta rola xwe hez bikim û bikarim xwe di nav de bibînim. Mercê min tenê ev e.

Ji kîjan karê xwe poşman bûyî?

Hemû karên min dîrokek in û ji ti karê xwe jî nepoman im. Alîgir û hezkiriyên min jî dizanin, ku hemû karên min qonax bi qonax baştir û bihêztir dibin. Ez di karê xwe de pir hûrûkûr im lema poşman nabim.

Piraniya xelkê Sûriyê û herwiha cîhan jî Beşar Esed weke berpirsê yekemîn ê vê rewşa Sûriyê dibînin. Lê tu hevsoz û piştgirê Esed bûyî. Niha nêrîna te çi ye?

Bêguman niha jî ez hevsoz û piştgirê Beşar Ese dim. Kîjan serokê Ereb heye mîna wî xweragir û bihêz be? Serok Beşar Esed pir berxwedêr e û piştrast im ku ew hêz û berxwedêriya xwe ji hevsozî û piştgiriya gelê Sûriyê werdigre. Em bihev re dikarin Sûriyê rizgar bikin. Niha jî Şam weke rojên berê aram e. Bi hêviya Xwedê di demeke nêzîk de ti pirsgirekek dê li Sûriyê nemîne.

Kîjan bûyera li Sûriyê qewimiye bûye sedem k utu bigrî?

Bêguman gelek bûyer hebûn, gelek zarok mirin. Di vê rewşê de ez herî zêde ji bo zarokan xeman dixwim. Gelek caran ez ji ber şehîdbûna zarokên Sûriyê giriyam. Bila Xweda vê neheqiyê qebûl neke, ku bi ser zarokên Sûriyê de hatiye.

Rudaw
Top