• Saturday, 06 July 2024
logo

Hunermendê Kurd Selah Osê koça dawiyê kir

Hunermendê Kurd Selah Osê koça dawiyê kir
Hunermendê Kurd ê Rojavayê Kurdistanê Selah îro li bajarê Qamişlo ji ber nexweşiya penceşêrê di temenê 63 saliyê de koça dawiyê kir.

Selah Osê berî demekê çûbû Başûrê Kurdistanê ji bo wergirtina çareseriya tenduristî, piştî ku vegerî Qamişlo bi demekê îro koça dawiyê kir.

Hunermendê Kurd Selah Osê di heyama 37 salan de berhemên wî gihiştine 7 kasêt û yek CD, di sala 1979an de Selah Osê dest bi hunerê kir û ji heyama nêzîkî 20 salan ve bi hejmarek ji komên folklorî re karê hunerê kiriye.

Hunermed Selah Osê ku bi strana “Silavê te gihane min li ser sera û herdû cava” ji dayikbûna 1955an li gundê Til Şiîrê ye, di jiyana xwe hunerî de hejmarek ji helbestên Helbestvanê Kurd yê mezin Cegerxwîn kirine stran û bi dengê xwe strandine.

Li gor zanyariyên K24ê, biryar e îro termê hunermend Selah Osê li gundê Til Şiîrê ya ser bi Tirbespiyê bi axê were spartin.

Kurdistan24ê berî nêzîkî du salan di 7ê Mijdara 2016an raportek derbarê hunermend Selah Osê çê kiribû. Evê li jêr jî raporta li Selah Osê ye:

K24
Top