• Saturday, 06 July 2024
logo

Mamoste Şepol jî koça dawî kir

Mamoste Şepol jî koça dawî kir
zêdetir ji 35 berhemên vî yên çap kirî hene
Nivîskar û wergêrê navdar yê Rojhilatê Kurdistanê koça dawî kir.

Nivîskar û wergêrê nîştimanperwer yê Kurd Dr, Mihemed Salih Ibrahîmî li bajarê Taranê koça dawî kir.

Mamoste Mihemed Salih her çiqasî ku mamosteyê zanîngehê jî bûye, hevdem di warê rojnamewanî, nivîskarî û wergêrî de rewşenbîrekî çalak û jêhatî bûye.

Mamoste Mihemed li bajarê Mehabadê ji dayik bibû û li Taranê nîştecîh bû.

Mihemed ku hevdem bi mamoste Şepol jî tê nasîn xwedan 35 berhemên curbicur yên çapkiriye.

Top