• Saturday, 06 July 2024
logo

AK Partiyê cardin ji Tatlîses re got; Na

AK Partiyê cardin ji Tatlîses re got; Na
Stranbêjê navdarê Tirkiyê Îbrahîm Tatlîses ku hewl dabû li ser lîsta AK Partiyê bibe berbijêrê hilbijartinên parlamnetoya Tirkiyê, careke din ji aliyê wê partiyê ve weke berbijêr weke berbijêr nehat qebûlkirin.



Îro li Tirkiyê roja dawî ya radestkirina lîsteyên berbijêrên partiyên beşdar di hilbijartinên 24ê Hezîranê bû û Partiya Dad û Geşepêdan (AK Partiyê) ya bi serokatiya Recep Tayyip Erdogan jî lîsteya berbijêrên xwe radestî komîsyona bilind a hilbiajrtinan a Tirkiyê kir.



Di lîsteya berbijêrên AK Partiyê de, navên 167 parlamenterên niha yên wê partiyê hene. AK Partî di vê xûla niha ya parlamentoya Tirkiyê de xwediyê 317 parlamenteran e.



Mijara balkêş ev e, ku di lîsteya AK Partiyê ya ji bo hilbijartinên 24ê Hezîranê de, navê stranbêjê navdarê wî welatî Îbrahîm Tatlîses nehatiye.



Tatlîses bi vê carê bû çaremîn car ku berbijêriya wî ji aliyê AK Partiyê ve tê redkirin. Pêştir Ttalîses 3 caran ji bazneya Rihayê hewl dabû bibe berbijêrê AK Partiyê û vê carê jî şansê xwe ji bazneya Izmîrê ceriband, lê serkevtî nebû.



Îbrahîm Tatlîses bi esil Kurd e û xelkê parêzgeha Riha ya Bakurê Kurdistanê ye, ew li Tirkiyê stranbêjekî navdar e û weke împeratorê stranbêjên wî welatî tê naskirin.



Di dema êrişa Tirkiyê ya bo ser Efrînê de û piştî dagîrkirina wê herêma Rojavayê Kurdistanê ji aliyê hêzên Tirkiyê ve, Tatlîses tevî çend hunermend, aktor û werzişkarên Tirkiyê bi serokomarê wî welatî re serdana sînorê Efrînê kiribû û li wê derê stranek li ser Efrînê û Minbicê ji Erdogan re xwandibû.

Rudaw
Top