• Saturday, 06 July 2024
logo

Nivîskara Kurd xelata Front Line Defendersê stend

Nivîskara Kurd xelata Front Line Defendersê stend
Front Line Defenders her sal Xelata Parastvanên Mafên Mirovan dide mafparêzên di rewşa xeter de, xwediya xelata îsal mafparêz, çalaka mafên mirovan û nivîskar Nurcan Baysal e.

Cihgira Komîserê Komîseriya Bilind a Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî, Kate Gilmoreyê li avahiya Şaredariya Dublinê xelata Baysalê da wê.

Baysalê gotiye: Em wek Kurd û Tirkiye di rojên gelek reş de ne. Di vê tarîtîyê de jî hinek kes hene ku ji bo mafên mirovan, aştî û demokrasiyê tev digerin. Li Şirnex, Stenbol, Diyarbekir û Cizîrê... Hin lehengên bênav hene.

“Ez vê xelatê li ser navê lehengên bênav, li ser navê mafparêzên mafên mirovan ên li Tirkiyeyê û nemaze li Kurdistanê distînim.”

Nurcan Baysal kî ye?

Nurcan Baysal nivîskara sê kitêban e(O Gün (Wê Rojê - 2014) û Kürdistan’da Sivil Toplum (nivîskara beşekê, Saziyên Civakî yên li Kurdistanê 2015) û Ezidiler: 73. Ferman (Êzidî, Fermana 73. 2016)

Şêwirmenda Rojhilata Navîn ya Fona ji bo Jinan ya Navneteweyî, Fona Demildest e. Li hin organên medyayê qunciknivîs nivîsîne.

Front Line Defenders

Front Line Defenders ji sala 2005ê ve her sal Xelata Parastvanên Mafên Mirovan dide mafparêzên di rewşa xeter de da parastina mafên mirovan bê teşwiqkirin.

Top