• Friday, 29 March 2024
logo

5 namzedên Kurd di hilbijartinên Parlamentoya Swêdê de bi ser ketin

Gulan Media September 12, 2022 Nûçe
5 namzedên Kurd di hilbijartinên Parlamentoya Swêdê de bi ser ketin

Di hilbijartinên Swêdê de, 5 namzedên Kurd di hilbijartinên parlamentoya Swêdê de bi ser ketin.

Li Swêdê duhî 11ê Îlona 2022an, proseya dengdanê ji bo hilbijartinên Parlamento, Encûmena Şaredariyan û Hêrêman birêve çû û 15 Kurdan xwe ji bo hilbijartinên Parlamentoya wî welatî namzed kiribûn, her wiha hejmareke din jî ji bo Encûmana Şaredariyan û Herêman.

Peyamnêra K24ê li Stockholmê Aware Hewramî da zanîn, li gorî encamên destpêkê yên nefermî, heta niha 5 namzedên Kurd di hilbijartinên Parlamentoya Swêdê de bi ser ketine.

Kurdên di hilbijartinên Parlamentoya Swêdê de bi ser ketine:

- Sara Sêpele ji Partiya Demokrat

- Kadir Kasirga ji Partiya Sosyal Demokrat

- Lawên Rêdar ji Partiya Sosyal Demokrat

- Serkan Kose ji Partiya Sosyal Demorkat

- Gulan Avci ji Partiya Liberal

Proseya hejmartina dengdan hîn berdewam e û li gorî encamên herî dawî yên ji aliyê medyaya fermî ya Swêdê ve hatine aşkerekirin, partiyên rastgir bi 3 kursiyan li pêşiya partiyên çep in û ji 349 kursiyên parlamentoyê 176 kursî bi dest xistine.

Tê çaverêkirin, encamên dawiyê yên hilbijartinan, roja Çarşemê werin aşkerekirin.

 

 

K24

Top