• Saturday, 06 July 2024
logo

Hunermendên Rojhilatî li Riwandizê şanoya ser cadeyan lîstin

Hunermendên Rojhilatî li Riwandizê şanoya ser cadeyan lîstin
Komek hunermendên Rojhilatî li bajarokê Riwandizê yê Başûrê Kurdistanê, şanoya ser cadeyan lîstin.

Ev çend roj in koma şanoyê ya Anahît ji bajarê Seqizê yê Rojhilatê Kurdistanê li Başûrê Kurdistanê ye. Koma Anahîta, şanoya ser cadeyan dilîze û dixwaze li nav kolan û cadeyên gelek bajar û bajarokên Başûr şano bilîze.

Koma hana yekemîn çalakiya xwe li bajarokê Riwandizê li dar xist. Endamên komê li nav bazarê û li ber çavên bi dehan welatî şano lîstin û rastî eleqeyek mezin hatin.

Navenda Rewşenbîrî ya Riwandizê alîkariya koma Anahîta dike.

Basnews
Top