Bexda- Çarçoveya Hemahengiyê dixwaza parlemento dest bi karê xwe bike
Çarçoveya Hemahengiya şîeyan îro roja sêşemê 30.08.2022an bang li parlamentoya Iraqê kir ku dest bi karê xwe bike, piştî ku şer û pevçûnên ligel rêberê Sedr Muqteda Sedr hatin tepeserkirin û herêma Kesk hat valakirin.
Çarçoveya Hemahengiya şîeyan di daxuyaniyekê de ragihand ku divê parlamentoya Iraqê û saziyên din ên dewletê cardin dest bi karê xwe bikin.
Herwiha Çarçoveya Hemahengiyê ragihandiye ew dilgiran in ji ber "fitne"ya kor ku qewimî û bû sedema kuştina kurên xelkê, lê ew spasiyê li herkesi dikin ku her kesê ku dest ji vê fitneyê girtin û sînor dan rijandina xwînê.
Basnews