• Thursday, 25 April 2024
logo

Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziyê li helwesta Muqteda Sedir dike

Gulan Media August 30, 2022 Nûçe
Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziyê li helwesta Muqteda Sedir dike

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li helwesta Muqteda Sedir a vekişandina alîgirên xwe ji Navçeya Kesk a Bexdayê kir û bangewaziya xwe ya ji bo destêpêkirina diyalogê di navbera aliyên Iraqî de dubare kir.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro 30î Tebaxa 2022an peyamek li hejmara xwe ya tora civakî “Twitter” belav kir û nivîsî: “Em pêşwaziyê li helwesta niştimanî û berpirsyar a birêz Muqteda Sedir a bidawîkirina aloziyan û vekişandina alîgirên xwe ji Navçeya Kesk dikin. Hêvîdar in ewlehî û aramî li welat bi cih bibe.”

Her wiha Serokê Herêma Kurdistanê got: “Ji bo çareserkirina pirsgirêkan û rizgarkirina Iraqê ji vê rewşa dijwar, em banga xwe destpêkirina diyalogê, ji bo hemû hêz û aliyan dubare dikin.”

Ev daxuyaniya Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî piştî wê tê, Rêberê Tevgera Sedirê Muqteda Sedir îro di konferanseke rojnamevanî de daxwaz ji alîgirên xwe kir, di heyama 60 xulekî de ji Navçeya Kesk vekişin û dawî li aloziyan bînin. Piştre jî alîgirên Sedir dest bi vekişînê kirin.

 

K24

Top