• Friday, 26 April 2024
logo

Nêçîrvan Barzanî destpêşxeriya nû ya Serok Barzanî digehîne aliyên siyasî yên Iraqê

Gulan Media August 29, 2022 Nûçe
Nêçîrvan Barzanî destpêşxeriya nû ya Serok Barzanî digehîne aliyên siyasî yên Iraqê

 Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî serdana Bexda û Necefê dike û  destpêşxeriyeke Serok Barzanî ji bo derketina ji xitimandina siyasî, digihîne aliyên siyasî yên Iraqê.

Jêderekî agahdar ji K24ê re ragehandiye: “Biryar e Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî serdana Bexda û Necefê bike. Serokê Herêma Kurdistanê destpêşxeriyeke Serok Barzanî ji bo derketina ji xitimandina siyasî digihîne aliyên Iraqî.”

Lê heman jêderê amaje bi dema serdana Serokê Herêma Kurdistanê bo Bexda û Necefê nekir.

Ji dema hilbijartinên parlemanî yên di Cotmeha 2021ê de, proseya siyasî ya Iraqê xetimiye. Li gor şopîneran jî sedema wê yekê vedigere nakokiyên di navbera Tevgera Sedir û Hevpeymaniya Çarçoveya Hevahengiyê de.

Alîgirên Tevgera Sadirê ev nêzî mehekê ye li ber Encûmena Nûneran dest bi mangirtin û xwepêşandanan kiriye ji bo rê li pêşiya avakirina hikumetê bigire. Di heman demê de jî Çarçoveya Hevahengiyê ji 12’ê Tebaxê û vir ve li ser rêya diçe Navçeya Kesk a li Bexdayê dest bi mangirtinê kiriye.

 

Basnews

Top