• Friday, 29 March 2024
logo

Nêçîrvan Barzanî: Nexweşxaneyên Kurdistanê amade ne hemû alîkariyan pêşkêşî gelê me yê li Kerbelayê bikin

Gulan Media August 22, 2022 Nûçe
Nêçîrvan Barzanî: Nexweşxaneyên Kurdistanê amade ne hemû alîkariyan pêşkêşî gelê me yê li Kerbelayê bikin

Serokê Herêma Kurdistanê derbarê hilweşîna beşek ji Mezargeha Qetareya Îmam Elî li Kerbelayê peyamek belav kir û ragihand, “nexweşxaneyên Herêma Kurdistanê û tîmên tendirustiyê ji bo her alîkariyekê amade ne.”

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe de ragihand, “Mixabin me nûçeya herrifîna mezargeha Qetareya Îmam Elî bihîst ku tê de hejmarek welatiyan canê xwe ji dest dan û hejmarek jî birîndar bûn.”

Nêçîrvan Barzanî diyar kir jî; “Nexweşxane û tîmên bijîşkî yên Herêma Kurdistanê bi temamî amade ne ku hemû alîkarîyan pêşkêşî xelkê me yên li Kerbelayê bikin.”

Roja 20ê Tebaxa 2022an girekî axê bi ser perestgeha Qetaraya Îmam Elî ya li bajarê Kerbelayê de hilweşiya û hejmarek kes di bin kavilan de man.

Jêderekî Berevaniya Sivîl ragihand, heta niha termên 5 kesan hatine derxistin (mêrek, zarokek û sê jinan).

Berdevkê Berevaniya Sivîl Nawas Sabah Şaker ji AFP re gotibû, tê pêşbînîkirin di navbera 6 – 8  kesan de hîna di bin kavilan de asê mabin.
 

Top