• Tuesday, 23 April 2024
logo

Tirkiyê pêşneyara konfedaralîzmê ji bo Herêma Kurdistanê kiribû

Gulan Media August 21, 2022 Nûçe
Tirkiyê pêşneyara konfedaralîzmê ji bo Herêma Kurdistanê kiribû

 Serokomarê Tirkiyê pêşneyar ji bo rêveberiya siyasî ya Kurdistanê kiribû ku Herêma Kurdistanê di çarçoveya hikûmraniya federal an jî konfederal de bikeve ser Tirkiyê.

Serok Barzanî di rûpela 136 a pirtûka pêncem a ‘’Barzanî û Tevgera Rizgarîxwaziya Kurd – Raperîn, Derfet û Astengî’’ de pêşneyarekî Tirkiyê aşkera kir, ku ew jî ji bo Herêma Kurdistanê bikeve ser Tirkiyê ye.

Serok Barzanî di pirtûka xwe nivîsandiye, di dawiya Tîrmeha sala 1992yê de dema ku ber bi Amerîkayê ve birêketiye, çûye Diyarbekir û piştre jî çûye Stenbolê û li wê derê li gel serokomarê berê yê Tirkiyê Turgut Ozal re civiya ye.

Serok Barzanî dibêje: ‘’Ozal amaje bi xaleke gelek giring kir û ragehand li gel Mam Celal jî behs kiriye. Dema ku we serdana Amerîkayê kir, li Amerîkiyan bipirsin, gelo nêrîn û ramana wan derbarê awayê federalî yan jî konfederaliyê çiye, eger li gel Tirkiyê bigehin rêkeftinê û Kurdistan a Iraqê bikeve ser Tirkiyê, ji ber dema borî de zulmeke mezin li Tirkiyê hatiye kirin, bi taybet bi qutkirina eyaleta Mûsilê ve.’’

Serok Barzanî dibêje, li gel wî ew yek pir ecêb bûye ku ew mijar bi aşkerayî bê behs kirin û ragehand: ‘’Dema ez geheştim Amerîkayê, min mijar li gel Mam Celal behs kir û wî jî got: Belê raste, li gel min jî behs kiriye. Em herdu rêkeftin ku eger derfet çêbe, mijarê em li gel Amerîkiyan behs bikin, bo ku herî kêm nêrîn û ramana wan a vê derbarê de em bizanin.’’

Piştre di rûpela 140emîn a pirtûkê de Serok Barzanî aşkera kiriye ku mijar li gel Amerîkiyan behs kiriye û dibêje: ‘’Derbarê daxwaz û mijara Tirkiyê de min û Mam Celal me pirs ji Amerîkiyan kir. Di bersivê de jî wan ragehand, ev mijar pirseke mezin e û pêwîstî bi dûvçûn û lêkolînên hûr heye. Emê piştre bersiva we bidin. Piştre jî bersiv nedan û me jî pirs nekir.’’

 

Basnews

Top