• Thursday, 25 April 2024
logo

Mesrûr Barzanî: Partî hertim berevanîkarê mafên netewî yên gelê Kurdistanê bûye

Gulan Media August 16, 2022 Nûçe
Mesrûr Barzanî: Partî hertim berevanîkarê mafên netewî yên gelê Kurdistanê bûye

Bo 76mîn salvegera damezrandina PDK peyameke pîrozbayî pêşkêş kir.

Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi minasebeta 76mîn salvegera damezrandina Partiya demokrata Kurdistanê û roja jidayik bûna Serok Barzanî peyameke pîrozbayî pêşkêş kir ku, ev jî naveroka vê peyamê ye;

Bi minasebeta 76mîn salvegera damezrandina partiya demokrata Kurdistanê û roja jidayik bûna cenabê Serok Barzanî, pîrozbayiyên gerim pêşkêşî cenabê Serok Barzanî, Serkirdatî, endam, alîgir û dostên partiya demokrata Kurdistanê dikim û hêvî dikim weke hertim partî berdewam be li ser pêşkeftin û pêşengatî kirinê de.

76 sale partî weke hizb û tevgereke girseyî û Kurdistanî, bêyî rawestan û dabiran, Rêberatiya bizava rizgarîxwaz ya Kurdistanê dike, heta niha jî berdewame li ser xebat û têkoşîna xwe ya bo dabîn kirina mafên netewî û nîştimanî û parastina destekftiyên gelê Kurdistanê.

Di nava pêvajoyên curbicur yên xebat û têkoşîna partî de, rixmî tevahiya gef, planên neyar û nehezan û rojên dijwar yên berevanî, partî bi tenê bo çend deqîqeyan jî li ser mafên xelkê Kurdistanê ti tewîzek nedaye û nade û her gava ku metirsiyek jî bo ser Kurdistanê hebûbe, partî weke hertim, di çeperên eniyên pêş yên berevanî kirin û parastina şikoya Kurdistanê bûye, jiber vê çendê endamên partî, serfirazin ku xwedan hizbeke nîştimanî û Rêberatî û Serokêkin ku, hertim di nava çeperên eniyên pêş yên berevanî de li gel pêşmergeyên qehreman bo berevanî kirin û bilind ra girtina şikoya xelkê Kurdistanê de, bûye.

Şanaziyeke din ya dîroka tîje ji serfirazî ya partî weke partiyeke Kurdistanî, ewe ku berdewam berevanî ji mafên mirov, mafên pêkhateyên olî û etnîkî yên li Kurdistanê de kiriye û hertim parêzerê mafên tevahiya çînên cuda yên Kurdistanê ye, partî bi berdewamî kar dike bo pêşde birina çanda bihevre jiyana aştiyane û bihêztir kirina çanda lêbûrînê li Kurdistanê de.

Di salvegera damezrandina partî de, silav li damezrênerê partî û Rêberê nîştimanî yê xwe Misetefa Barzaniyê Nemir û kak Îdrîsê hertim zindî û tevahiya şehîdên Kurdistanê dikin.

Serokwezîrê hikûmeta Kurdistanê

Mesrûr Barzanî

16 Tebaxa 2022

 

 

Top