• Friday, 26 April 2024
logo

Serok Barzanî: Heme Seîd Xefaf dilsozê doza gelê xwe bû

Gulan Media August 13, 2022 Nûçe
Serok Barzanî: Heme Seîd Xefaf dilsozê doza gelê xwe bû

Serok Mesûd Barzanî di peyamekê de sersaxî li malbata Heme Seîd Xefaf kir û ragihand, Heme Seîd Xefaf dostê cenabê Barzaniyê Nemir û hevkarekî cewherî yê Partî û Şoreşa Eylûl bû.

Serok Barzanî diyar kir: “Bi mixabiniyê ve min nûçeya koça dawî ya kesayetiyê niştimanî û Kurdperwer Kak Heme Seîd Xefaf bihîst. Ew kesayetiyekî dilsoz û xwedî helwest û herdem xizmetguzarê doza gelê xwe bû.”

Peyama sersaxiyê ya Serok Barzanî wiha ye:

Bi navê Xwedayê mezin û dilovan

Bi mixabiniyê ve min nûçeya koça dawî ya kesayetiyê niştimanî û Kurdperwer Kak Heme Seîd Xefaf bihîst. Xwedê jêrazî Heme Seîd Xefaf dostê cenabê Barzaniyê Nemir û hevkarekî cewherî yê Partî û Şoreşa Eylûl bû û di wê rêyê de tûşî zehmetî û koçberî û dûrî welat bû.

Heme Seîd Xefaf kesayetiyekî dilsoz û xwedî helwest û herdem xizmetguzarê doza gelê xwe bû.‎

Pirse û sersaxiyên xwe pêşkêşî malbata wan ya birêz û kesûkar û dost û hevalên wî dikim û xwe bi hevbeşê xema wan dizanim.

Ji Xwedayê mezin hêvîdar im ruhê xwedê jêrazî Heme Seîd Xefaf bi behişta fireh şad bike û hedar û aramiyê bi hemû aliyek bibexşê.

‎Înna Lîllah We Înna Îleyhî Racîûn (Em Ji Xweda Hatin û Emê Dîsa Vegerin Xweda)

Mesûd Barzanî

12.08.2022

 

Basnews

Top