• Friday, 29 March 2024
logo

Konsulusê Almanyayê xatir ji Serok Barzanî xwest

Konsulusê Almanyayê xatir ji Serok Barzanî xwest

Dema pîwerdariya wî li Kurdistanê bidawî hatiye.

Duh li Pîrmamê Serok Barzanî pêşwaziya Konslusê Almanyayê yê li Hewlêrê Klemens Semtner kir ku, bi mebesta xatir xwestin ji Serok Barzanî serdana Serok kiriye.

Di civînê de giftûgo li ser rewş û pêşhatên dawî yên siyasî û ewlekarî yên li Îraq û deverê de hate kirin û Konsulusê Almanyayê jiber hevkarî û hemahengiya dezgehên hikûmetê li gel Konsulusxaneyê spasiya hikûmeta herêma Kurdistanê kir.

Konsulusê Almanyayê herwiha amadebûna welatê xwe bo hevkarî kirina hikûmeta Kurdistanê di warê cuda cuda de diyar kir.

Top