Mesrûr Barzanî Wezîrê Tendirustiyê raspart ku serdana nexweşxaneyên Duhok û Zaxoyê bike
Ji ber topbarankirina devereke geştyariyê ya li Zaxo, ku bûye sedema şehîdbûna 9 welatiyan û birîndarbûna 26 kesan, bi rasparde û nûnertiya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, Wezîrê Tendirustiyê serdana Zaxo û Duhokê dike.
Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê îro çarşemê 20ê Tîrmeha 2022yan daxuyaniyek belav kir û ragihand, ji bo serdana birîndarên û gihandina peyama xemgîniyê ya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, Wezîrê Tendirustiyê hat raspartin ku serdana nexweşxaneyên Zaxo û Duhokê bike.
Di daxuyaniyê de hat eşkerekirin, Wezîrê Tendirustiyê bi nûnertiya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, lidûvçûnê ji bo rewşa tendirustiyê ya birîndarên bûyera îro ya havîngeha Perexê ya li nahiya Derkar a li sînorê îdareya serbixwe ya Zaxoyê dike.
Herwiha amadebûna Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo çareserkirina birîndaran û dabînkirina hemû pêwîstiyan pêşkêş dike.
K24