• Friday, 26 April 2024
logo

Serok Barzanî: Ez sersaxiyê li malbata Pêşewa Qazî Mihemed dikim

Serok Barzanî: Ez sersaxiyê li malbata Pêşewa Qazî Mihemed dikim

Serok Mesûd Barzanî ji bo koça dawî ya Elî Qazî, kurê Pêşewa Qazî Mihemed, peyameke sersaxiyê arasteyî malbata Pêşewa Qazî kir.

Peyam sersaxiyê ya Serok Barzanî wiha ye:

Bi navê Xwedayê mezin û dilovan

Bi xemeke mezin min nûçeya koça dawî ya Kak Elî Qazî kurê Pêşewa Qazî Mihemed bihîst.

Pirse û sersaxiyên xwe pêşkêşî malbata têkoşer û niştimanperwer Pêşewa Qazî dikim û xwe bi hevbeşê xema wan dizanim.

Ji Xwedayê mezin hêvîdar im ruhê xwedê jêrazî Kak Elî Qazî bi behişta fireh şad bike û hedar û aramiyê bi hemû aliyek bibexşîne.

Înna Lîllah We Înna Îleyhî Racîûn (Em Ji Xweda Hatin û Emê Dîsa Vegerin Xweda)

Mesûd Barzanî

10.07.2022

 

 

Top