• Thursday, 25 April 2024
logo

Nêçîrvan Barzanî: Ez hêvî dikim ev cejn xweşî û aramiyê bi xwe re bîne

Nêçîrvan Barzanî: Ez hêvî dikim ev cejn xweşî û aramiyê bi xwe re bîne

 Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di peyamekê de bi boneya Cejna Qurbanê pîrobazî li hemû misilmanên Kurdistan, Iraq û cîhanê, bi taybetî li malbatên serbilind ên şehîdan û pêşmergeyên qehreman kir.

Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe de diyar kir: “Werin em li Iraq û Herêma Kurdistanê vê helkeftê bikin destpêkeke nû ji bo hevkarî û karê hevbeş di navbera hemû hêz, alî û pêkhateyên welat da, ji bo çareserkirina pirsgirêkan, derbaskirina dijwariyan û parastina aramî, seqamgîrî û gihiştina bi qeraxê aramî û dilrehetiyê.”

Peyama pîrozbahiyê ya Serokê Herêma Kurdistanê wiha ye:

Bi helkeftina hatina cejna Qurbanê, ez bi germî pîrozbahiyê li tevahiya misilmanên Kurdistan, Iraq û cîhanê, bi taybetî li malbat û kesûkarên serbilind ên şehîdan û Pêşmergeyên mêrxas dikim. Ez hêvîdar im ku em hemû cejn û bêhnvedaneke aram û bextewer derbas bikin û ev cejn xweşî û aramiyê bi xwe re bîne.

Werin em peyam û wateya mirovî û xweşikiya cejnê; gerdenazadî, lêborînî û lêxweşbûnê bikin derfetek ji bo yekrêzî, biratî û hevdûqebûlkirinê, vekirina rûpeleke nû ya aştî û pêkhatinê û bi hev re ber bi siberojeke baştir pêngavan biavêjîn.

Werin em li Iraq û Herêma Kurdistanê vê helkeftê bikin destpêkeke nû ji bo hevkarî û karê hevbeş di navbera hemû hêz, alî û pêkhateyên welat da, ji bo çareserkirina pirsgirêkan, derbaskirina dijwariyan û parastina aramî, seqamgîrî û gihiştina bi qeraxê aramî û dilrehetiyê.

Cejna we hemûyan pîroz be. Hemû salek bi xêr û xweşî be.

Nêçîrvan Barzanî

Serokê Herêma Kurdistanê

08.07.2022

 

K24

Top