• Saturday, 20 April 2024
logo

Serokwezîr Mesrûr Barzanî peyama pîrozbahiyê ji bo Cejna Qurbanê belav kir

Serokwezîr Mesrûr Barzanî peyama pîrozbahiyê ji bo Cejna Qurbanê belav kir

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî peyama pîrozbahiya Cejna Qurbanê arasteyî misilmanên Kurdistan, Iraq û cîhanê kir.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî diyar kir: “Ez germtirîn pîrozbahiyan arasteyî misilmanên Kurdistan û Iraq û cîhanê dikim, bi taybetî pêşmergeyên qehreman û hêzên asayîşa navxwe û malbatên serbilind ên şehîdan û enfalkiriyan.”

Peyama pîrozbahiyê ya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê wiha ye:

Bi boneya hatina Cejna pîroz a Qurbanê, ez germtirîn pîrozbahiyan arasteyî misilmanên Kurdistan û Iraq û cîhanê dikim, bi taybetî pêşmergeyên qehreman û hêzên asayîşa navxwe û malbatên serbilind ên şehîdan û enfalkiriyan.

Ez hêvîdar im rojên cejnê, bi şadî û bexteweriyê derbas bibin.

Li gor amarên Wezareta Tendirustiyê, mixabin rêjeya pêketina bi Koronayê di van rojan de bilind dibe, loma ez welatiyan daxwaz dikim, rêkarên xweparastinê û rênimayên tendirustiyê li ber çavan bigrin.

Cejna we pîroz be û Xwedayê mezin Kurdistanê biparêze.

Mesrûr Barzanî

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê

8ê Tîrmeha 2022yan

 

K24

Top