• Friday, 26 April 2024
logo

Naveroka civîna Serokwezîr li gel stafa wezareta darayî û abûrî

Naveroka civîna Serokwezîr li gel stafa wezareta darayî û abûrî

Serokwezîr îro pêncşem li gel stafa wezaretê civiya.

Ev naveroka civînê ye ku Serokwezîr li ser rûpela xwe ya fermî belav kiriye.

Îro pêncşem 23ê Hezîranê di çarçoveya serdanên xwe de yên bo wezaret û fermangehên hikûmetê de me serdana wezareta darayî û abûrî kir ji aliyê wezîrê abûrî û darayî Awat Şêx Cenab ve hatin pêşwazî kirin.

Pişt re bi amadebûna birêzan wezîr, Şêwirmend û birêveberên giştî me gerînendetiya civîneke taybet bi wezareta darayî û abûrî kir.

Di destpêka civînê de wezîrê darayî û abûrî bi awayeke kurt behsa peyker, beş, kar û çalakî, plan û projeyên wezaretê û kar kirina wan di çarçoveya hêlên giştî yên karnameya kabîneya 9an de kir û balkêşande ser vê yekê ku, beşeke here zêde ya cîhbicîh kirina prosesa reforman di estuya wezareta darayî û abûriyê deye ku bi hevkarî û piştîvaniya bihêz ya Serokwezîr, karîne di her du warên kêm kirina xerciyan û zêdetir kirina dahatê pêşkeftinên baş bidest bînin.

Di berdewamiya civînê de me di gotarekê de behsa vê yekê kir ku, her di destpêka bikar bûna kabîneya 9an de, me biryara reforman da û me destpê kir lê mixabin jiber Koronayê û serhildana qirîza darayî, di destpêkê de prosesa reforman bi lez nebû lê rixmî qirîzan em ranewestan û berdewam bûn li ser reforman û jiber rêkxistina dahata navxwe û kêm kirina xerciyan, me karî serkeftin bidest bînin û xwe îdare bikin bêyî ku berê xwe bidin qer kirinê daku ti cure berpirsiyartî û bargiraniyek bo neslên pêş çê nekin.

Herwiha me behsa kêm kirina xerciyên nehewce yên hikûmetê kir ku, ji 200 miliyon dolaran bûye 70 miliyon dolar, kêm kirina ev 130 miliyon dolaran û vegerandina vê bo xezîneya giştî, nebûye sedema rawestandina karûbarên hikûmetê.

Me ev yek diyar kir ku, di heman demê de dahat jî bi awayeke baş zêde bûye lê mirov dikare hîn jî zêdetir bike di çarçoveya karnameya hikûmetê de bo pir cure kirina abûrî û çavkaniyên dahat û zêdetir kirina dahatên ne girêdayî petorlê ku gelek rê hene bo zêdetir kirina dahatê bêyî ku ti bargiraniyek li ser welatiyan were çêkirin.

Me balkêşande ser vê yekê ku kabîneya 9an, ti baceke nû nastîne belku tenê zagonên taybet bi bacê cîhbicîh kirina ku beriya niha nedihatin cîhbicîhkirin. Me tekez li ser vê yekê kir ku, cîhbicîh kirina zagonên taybet bi bacan di berejwendiya welatiyên Kurdistanê deye, jiber ku dibe sedema zêde bûna dahat û ev dahata han jî li gor berejwendiyên welatiyan de tê xerckirin, mînak mûçe tê dabeşkirin, liv û tevgerên bazirganî zêde dibin û hewl û derfetên karî jî zêdetir dibin.

Di beşeke din ya civîna han de me behsa girîngiya çalak kirina sîstema bankî û dîcîtalîze kirina xizmetgozariyan, xercî û dahatên hikûmetê kir ku, pêngaveke girîng bo şefafiyet û kêm kirina rûtîniyatê û pêşî girtin ji çarçûr kirina samanên giştiye.

 

 

Top