• Saturday, 06 July 2024
logo

Li Amedê pêşangeheke hunerî ya wêne û nîgarkêşiyê hat vekirin

Li Amedê pêşangeheke hunerî ya wêne û nîgarkêşiyê hat vekirin
Şagirdên heweskar ên ku di kurseke Şaredariya Amedê de perwerde bûne, pêşangeha berhemên wêne, nîgar, xweşnivîsî ango xetatî û ebrûyê vekir. Berhemên şagirtên heweskar piştî Mala Dengbêjan niha jî li Seraya Qedîm a Sûrên Amedê tên pêşandan.


Bi qasî 30 şagirtî li kursê dest bi perwerdehiya hunerê kirine, lê hinek ji wan kurs di nîvî de hêştiye. Lewma berhemên heft ji wana li pêşangehê tên pêşandan. Taybetmendiyê van şagird û heweskaran ew e ku cara yekem bi hunerên ciwan re mijûl dibin. Ev şagirtana û perwerdekarên wan diselmînin ku her kes dikare fêrî hunerek bibe.


Cihê Seraya Qedîm a Sûrên Amedê ji pêşangeha heweskaran re mazûvaniyê dike. Zerîn Şeker mamostaya zarokên kireşê ye. Heta çend meh berê jî haya wê ji hunerên ciwan tine bû. Lê niha di vê pêşangehê de berhemên wê tên pêşandan. Fêrî çêkirina hunera ebrû, xweşnivîs ango xetatî û xêzkirina wêne û nîgaran bûye.

Şagirt û Heweskara Hunerê, Zerîn Şeker ji Rûdawê re behsa karê xwe kir û got: "Berê hîç haya min ji nîgarkêşiyê tinebû. Ez 4 mehan çûm kursê. Piştre jî di hundirê mehek û nîvê de me ev berhemana çêkirin. Min ji xetatî û ebrû û nîgarkêşiyê gellek hez kir. Ez dê îro şûnde jî vî karê hunerî berdewam bikim."

Şaredariya Amedê di meha Adarê de di bin serperiştiya mamostayên pispor de kursa perwerdeya hunerên ciwan da vekirin. Wekî Zerîn Şekerê sî xwendekar li wê kursê perwerde dîtin.

Mamostayê Nîgarkêşiyê, Ahmed Yûrtsever jî derbarê kursên perwerdehiya hunerê yên şaredariya Amedê de ji Rûdawê re axivî û diyar kir: "Jixwe kursa me çar mehî bû, jixwe bi qasî du meh û nîvan tenê perwerdeya tiyorîk bû, qasî meh û nîvan jî pratîkî bû. Li ser xêzkirin, perspektîf û hemahengî xêzan me perwerde da û em xebitîn. Piştre ji sî şagirtên me tenê heft jê man. Ev berhemên ku hûn dibînin ji destê wan heft şagirtan derketin."

Hevniştimanên ku seredana pêşangehê dikin jî heyraniya xwe ji bo berheman tînin zimên. Li gor wan ev berhemana ne ji destên heweskar ji destên hosta derketine.

Di pêşangehê de 37 wêne, 42 nîgar û 15 berhemên ebrû û xweşnivîsiyê tên pêşkêşkirin. Pêşangeha ku niha cîranê Mizgevta Silêyman û Muzexaneya Amedê ye dê heta hefteyekê ji seredanê re vekirî be.

Rudaw
Top